Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin

  • rojane
  • 09:39 26 Nîsan 2024
  • |
img
COLEMÊRG - Li zom û zozanên gundê Tiloran ê navçeya Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin. 
 
Li çoltarê gundên Tiloran a Jêr û Tiloran a Jor ên navçeya Geverê ya Colemêrgê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Leşkeran, rêyên ber bi zomên gundên Horê, Berê Sor û Warê Conî ve diçin girtin û gund dorpêç kirin. Li herêmê bi sedan leşker û cerdevan hatine bicihkirin û liv û tevgera helîkopteran didome. Hat diyarkirin ku li qadên Sipêrêz û Omerê jî liv û tevgera Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) heye. 
 
LÊGERÎNA TAZÎ LI ŞIVAN Û SIVÎLAN FERZ KIRIN 
 
Sewalên gundiyan ên li zozanan hatin derxistin û destûr nehat dayîn ku bêrîvan biçin zozanan. Her wiha hat zanîn ku leşkeran lêgerîna tazî li şivan û welatiyên çûbûn zozanan kirine. Di heman demê de li gundan jî nasnameyên gundiyan hatine kontrolkirin.