Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin

  • rojane
  • 09:20 26 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Berdevka Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê Adîle Salmanê diyar kir ku Saziya Tipa Edlî bi raporên xwe yên der barê girtiyên nexweş de dixwaze şert û mercên tecrîdê yên girtîgehan di warê tibê de "rewa" bike. 
 
Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan, bi rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya Saziya Tipa Edlî (ATK) ku dabû Makbule Ozer a 82 salî, careke din bû rojev. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); li girtîgehan 651 jê giran, hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Li gorî daneyên ÎHD'ê di sala 2022'yan de 78 û di 5 mehên ewil yên sala 2023'yan de 15 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.
Berdevka Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê Adîle Salmanê rewşa girtiyên nexweş û raporên ATK'ê nirxandin.
 
Salmanê destnîşan kir ku gelek caran li gorî raporên ATK'ê serbestberdana girtiyên nexweş hatiye astengkirin û got ku gava ATK'ê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" dide jî, vê carê dozgerî dikeve dewrê û bi hinceta "ewlehiya civakê" rê li ber berdanê digire.
 
Salmanê da zanîn ku di rêziknameya înfazên ceza de ji bo girtiyan sererastkirinên pêwîst nehatine kirin û got ku mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin. Salmanê wiha got: "Li gorî rêgezên hiqûqa gerdûnî, mafê herî bingehîn yê mirovan mafê jiyanê ye. Ev yek bi tu awayî nayê astengkirin û rawestandin. Tevî vê rêgezê jî, daxwaza taloqkirina înfaza bi sedan girtiyên nexweş, ji aliyê dadgeriyên înfazê ve tên redkirin."
 
GAVA LI BER MIRINÊ BÛ HAT BERDAN
 
Salmanê da zanîn ku gelek girtiyên ku ATK'ê rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye wan, nikarin bi tena serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bikin û di nava nivînan de ne û girêdayî dermanan e. Salmanê rewşa Îsmet Çardak bibîr xist ku di 28'ê Sibatê de hat berdan û piştî berdanê bi 15 rojan jiyana xwe ji dest da. Salmanê got: "Girtiyên ku em ji bo wan doza taloqkirina cezayê wan didin hemû li ber mirinê û divê demildest bênd ermankirin." 
 
Salman bi bîr xist ku di demên dawî de 3 jinên temenmezin ên nexweş hatine girtin û got: "Makbûle Ozer, çendî nexweş e jî, bi rapora ATK'ê ya derî zanistê di 22'yê Nîsanê de hat girtin. Hanîfe Arslan a 76 salî ku 9 caran anjiyo bûye, 45 sal in ulser pê re heye, KOAH, tansiyoon û şekir pê re heye, tevî hemû serlêdanan jî nayê berdan. Hatîce Yildiz, ji ber ku pere ji keça xwe ya girtî re şandiye hat girtin. Têkoşîna hiqûqî ya li dijî van didome, lê mixabin em bi polîtîkayeke bêcezakirinê ya wiha re rû bi rû ne ku bersûcê Komkujiya Sêwazê bi biryara taybet a serokkomariyê tê berdan." 
 
Salmanê got: "Bi raporên ATK'ê yên 'dikare di girtîgehê de bimîne' jî tê xwestin ku şert û mercên tecrîdê yên girtiyên nexweş bên rewakirin. Bi sedan mînakên bi vî rengî hene. Lê girtîgehên li Tirkiyeyê bi avahîsazî û pêkanînên xwe li gor Standardên Girtîgehê yên Ewropayê tevnagerin. Girtîgeh veguherîne wan qadan ku mafên bingehîn ên girtiyan tên binpêkirin." 
 
Salman bang kir ku divê dest ji kiryarên neqanûnî yên ku mafên bingehîn ên mirovan bin pê dikin, bê berdin.