Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?

  • rojane
  • 09:06 26 Nîsan 2024
  • |
MÊRDÎN - Ji ciwanê Qamişloyî Elî Welî ku radestî cendirmeyên tirk hatibû kirin, ev 45 roj in agahî nayên girtin. Parêzera Welî, Gulistan Duran Altuntaş diyar kir ku divê rayedar derheqê mijarê de daxuyaniyê bidin û ev pirs kir: “Elî Welî li ku ye?” 
 
Penaberê bi navê Elî Welî (19) ê ji bajarê Qamişloyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 13'ê adarê de ji Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê hate berdan û ji bo bibin Navenda Paşvegerandinê, radestî cendirmeyan hate kirin. Welî li ser telefona cendirmeyekî li malbata xwe geriya û jê re got ku dê wî bibin Navenda Paşveşandinê û bê dersînorkirin. Nehat zanîn bê ka Welî birine kîjan navendê û piştî wê telefonê agahî ji Welî nehatin girtin. Li ser vê yekê malbatê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê da û ÎHD’ê dest bi pirsîna aqûbeta Welî kir. Lêbelê ne ji Navendên Paşveşandinê ne jî ji girtîgeh û dozgeriyê derheqê Welî de tu agahî nehatin girtin. 
 
DÎMENÊN ÎŞKENCEYÊ JI MALBATÊ RE ŞANDIN
 
Di 1’ê nîsanê de jî dîmen û wêneyên Welî yên îşkence lê dihat kirin ji malbata wî re hatin şandin. Dîmen, li ser xetekî telefonê ya bi koda dewleta tirk hate şandin. Di dîmenan de kesên nayê zanîn kî ne îşkenceyê li Welî dikin, ji bavê Welî dixwaze ku xwe radestî wan bike. Ev kes, dibêjin heke bavê Welî xwe radest neke dê Welî bikujin. Her wiha kesekî bi tirkî diaxive xwe weke endamê MÎT’ê dide naskirin. Piştî van dîmenan jî êdî tu agahî ji Welî nehatin girtin. 
 
Li ser vê yekê parêzera Elî Welî û Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê Gulistan Duran Altuntaş serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da. Lê belê tevî ku 25 roj derbas bûne jî bersiveke erênî yan jî neyînî ji serlêdanê re nehatiye dayîn û belgeyên taybet jî li dosyayê nehatine zêdekirin.
 
‘25 ROJ IN TU BERSIV NAYÊ DAYÎN’
 
Parêzer Altuntaş pêvajoya girtin û windakirina Elî Welî vegot. Duran, da zanîn ku dema Elî Welî hat girtin 17 salî bû lê ji ber ku dema derbasî Tirkiyeyê bû nasnameya wî ya cuda hebû temenê wî 19 salî bû. Duran, destnîşan kir ku ji hezîrana 2023'yan ve Elî Welî tevî ku zarok bû jî weke zarok nehatiye darizandin. Altuntaş, destnîşan kir ku piştî dîmenên îşkenceyê weke ÎHD'ê serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dane û ev agahî da: “Ji bo bê diyarkirin bê ka hejmara telefonê ya li malbata wî geriyayî aydê kê ye, ji Navendên Vegerê re ferman hatin nivîsandin. Lê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê got ku heta niha tu bersiv ji fermana wan re nehatine dayîn.” 
 
'BIRINE KÎJAN NAVENDA PAŞVEŞANDINÊ?’
 
Altuntaş, anî ziman ku wan gelek caran pirsa navenda paşveşandinê ya Welî birinê kirine lê bersiv nehatiye dayîn. Altuntaş, wiha domand: “Lêpirsîn berdewam dike. Her wiha me serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê da. Me serî li Baroya Mêrdînê, Komîsyona Mafên Penaberan û Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî da. Me herî dawî di 22’yê nîsanê de serî li Komîteya Windakiriyan da. Ji 13’ê Adarê heta niha me ti agahî ji Elî Welî negirtine. Ji dosyaya wî re tu belge nehatine şandin bê ka li Tirkiyeyê ye yan li cihekî din.”
 
'ELÎ WELÎ LI KU YE'
 
Altuntaş, bi lêv kir ku aqûbetên bi vî awayî ji salên 1990'î ve didomin û axaftina xwe wiha qedand: “Mixabin ji salên 90’î ve windakirinên wiha hene. Em weke ÎHD’ê li benda daxuyaniya saziyên pêwîst in. Mafê jiyanê pîroz e. Mafê jiyanê yê kesekî ku di bin parastina dewletê de ye divê ji aliyê saziyên rayedar ve bê misogerkirin. Elî Welî zarok e, li Tirkiyeyê hate binçavkirin û girtin û piştre şandin Navenda Paşveşandinê. Dewlet mecbûr e mafê jiyanê yê Welî biparêz e. Ev 45 roj in derheqê aqûbeta wî de agahî nayên girtin. Em li bendê ne ku saziyên şareza derkevin û der barê vê mijarê de daxuyaniyê bidin. Li vir em careke din dipirsin; Elî Welî li ku ye?”
 
MA / Zeynep Durgut - Ahmet Kanbal