ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 26 Nîsan 2024
  • |
img
* Îsmaîl Kaya, kurê Abdulhalîm Kayayê ji sedî 93 astengdar û ji ber rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya ATK'ê nayê berdan, diyar kir ku bavê wî bi awayekî çavgirtî û destkelemçekirî sewqî ATK'ê hatiye kirin. 
 
* Berdevka Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê Adîle Salmanê diyar kir ku Saziya Tipa Edlî bi raporên xwe yên der barê girtiyên nexweş de dixwaze şert û mercên tecrîdê yên girtîgehan di warê tibê de "rewa" bike. 
 
* 1'ê Gulanê wê li Êlih, Dêrsim û Wanê bê pîrozkirin. Sendîkayên li Amedê banga "Em li qadan li hev kom bibin û têkoşîna xwe xurt bikin" kirin. 
 
* Serokê DSMMMO'yê Şiyar Bozhan diyar kir ku ew bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû ne û wiha got: "Kêr gihaştiye hestî."
 
* Siyasetmedarê kurd ê YNK’yî Yûsif Herkî diyar kir ku Enqere, Hewlêr û Bexda li dijî gelê kurd tifaqek çêkirine û got: "Tirkiye baweriya xwe bi tirkomanan tîne û pişta xwe dide wan. Tirkomanan wekî gefekê li hember Bexda û Hewlerê bi kar tîne.”
 
* Ji ciwanê Qamişloyî Elî Welî ku radestî cendirmeyên tirk hatibû kirin, ev 40 roj in agahî nayên girtin. Parêzera Welî, Gulistan Duran Altuntaş diyar kir ku divê rayedar derheqê mijarê de daxuyaniyê bidin û ev pirs kir: “Elî Welî li ku ye?” 
 
* 9’emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê dê berdewam bike. (09.00-21.00) 
 
* Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li Enqereyê dê berdewam bike. (13.00-17.00) 
 
* Çalakiya rûniştinê ya xwendekaran li dijî biryara rektoriya ODTU’yê ya têkildarî Stada Şoreşê û Şahiya Biharê dane destpêkirin dê bidome. (13.00) 
 
* Ji bo zimanzan û nivîskarê kurd Celadet Elî Bedirxan dê li Eywana Cemal Reşît Rey a li Şîşlî ya Stenbolê şeva rêzgirtinê bê lidarxistin. (19.00) ZINDÎ