4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin

  • rojane
  • 15:56 25 Nîsan 2024
  • |
img
MÊRDÎN- Li Mêrdînê doza 15 siyasetmedarên kurd jê dihatin darizandin de 11 kesan beraat kirin, derbarê 4 kesan de ku yek ji wan Dayika Aştiyê ye 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn. 
 
Li Mêrdînê tevî Dayîkekî Aştiyê, derbarê 15 siyasetmedarên kurd de bi hinceta tev li daxuyaniyên salên 2014 û 2015'an, cenazeyên HPG'iyan û şînan bûne, doz hate vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Kesên dihatin darizandin tev li danişînê nebûn, şûna wan parêzerên wan di danîşînê de amade bûn. Dozger xwest 9 kes beraet bikin, 6 kesên din jî werin cezakirin. 
 
Parêzeran li dijî mutalayê parastina xwe kirin. Dadgehê Hamît Gungor, Burhan Abîç, Adîle Zengîn, Çetîn Elîk, Selma Şahîn, Îbrahîm Yildirim, Seydo Solhan, Nezîr Turgay û Ferhan Turkoglu de ji sûcdariya "endamtiya rêxistinê"; Abdullatîf Zengîn û Celal Malgir ji sûcdariya "Xerakirina yekîtî û yekparebûna dewletê" beraet kir. Herwiha dadgeh derbarê Mehmet Fatîh Ozturk, Hevlet Oncu, Gazal Batirhan û Hasip Ozdemîr de bi îdiaya "endamtiya  rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birî.