Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!

  • rojane
  • 15:43 25 Nîsan 2024
  • |
img

ENQERE - Li gel ku ji bo pirtûka Gultan Kişanak a “Rengê Mor ê Siyaseta Kurd” biryara komkirinê tune ye jî, polîsan di girteka xwe ya dema serdegirtina mala rojnameger Mehmet Aslan de weke ku “biryara berhevkirinê” hebe derbas kir. 

 
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan di çarçoveya operasyona navenda wê Stenbolê de li Enqereyê hate binçavkirin. Polîsên bi ser mala Aslan de girtin, pirtûka siyasetmedara kurd Gultan Kişanak a “Rengê Mor ê Siyaseta Kurd” desteser kirin û îdia kirin ku Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Îzmîrê “biryara berhevkirinê” daye. Di girtekê de jî ev agahî hat nivîsandin. 
 
Parêzerên Kişanak di sala 2022’yan de li dijî biryara qedexeyê ya 2’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Îzmîrê ya 24’ê mijdara 2022’yan îtîraz kiribûn. 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Îzmîrê jî îtîraz qebûl kiribû û biryara qedexekirin û berhevkirinê ya li seranserî welat betal kiribû.