Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne

  • rojane
  • 12:38 25 Nîsan 2024
  • |
RIHA/DÊRSIM - Rojnamevan Ceylan Şahînlî ya di daxuyaniya zextên li dijî sazî û xebatkarên Çapemeniya Azad hate dayîn de axivî, wiha got: “Me tu caran serî netewand, em ê netewînin. Kameraya me dê kişandina heqîqetê bidomîne.”
 
Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Rihayê têkildarî binçavkirina 9 xebatkarên Çapemeniya Azad a bi operasyona navenda wê Stenbolê û serdegirtina studyoyên Stêrk Tv û Medya Haber Tv’yê yên li Belçîkayê li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyanî dan. 
 
Gelek nûnerên saziyan û xebatkarên Çapemeniya Azad beşdar bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin” hate vekirin de metnê daxuyaniyê Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglûyê xwend. 
 
Aîşeoglû ya bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan û serdegirtina studyoyên Stêrk Tv û Medya Haberê da wiha got: “Li gorî encamên hilbijartinê yên di 31’ê Adarê de em dibêjin divê peyamên ‘demokrasî, çareserî û aştiyê’ yên gelên Tirkiyeyê li ser sindoqê dane rast bên xwendin û dawî li van êrîşên neheq û bêhiqûqî bê anîn û em daxwaz dikin ku 9 xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine binçavkirin demildest bên berdan.”
 
‘EV REWŞ KRÎMÎNALÎZEKIRINA ROJNAMEVANIYÊ YE’ 
 
Rojnamevan Ceylan Şahînlî ya di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Em her roj bi zext û binçavkirinên nû dest bi rojê dikin. Gelek hevalên me yên rojnamevan tên darizandin. Derbarê wan de doz tên vekirin. Ev rewş krîmînalîzekirina rojnamevaniyê ye. Di her axaftina xwe de em dibêjin ku rojnamevaniyê diparêzin. Lê em dizanin ku ji ber nasnameya me ya kurdbûnê ne tenê xebatên me yên rojnamevaniyê her gava em diavêjin dibe mijara dozê.”
 
‘EM SERÎ NATEWÎNIN’ 
 
Şahînlî, bi lêv kir ku ne tenê rojnamevan, civak jî di bin zextan de ye û wiha axivî: “Tirkiye veguheriye goristana jinan, zarokan û karkeran. Em dibînin ku pergal ne tenê li Tirkiyeyê li tevahiya welatên cîhanê xetimî ye. Em dibînin ku hin welatên Ewropayê yên jê re dibêjin keleha demokrasiyê çawa di vî şerî de helwesteke antî demokratîk wergirtî ye. Em di serdemeke ku tê xwestin rojnamevan serî bitewînin de ne. Desthilat ji me dixwaze ku em nûçeyên derew çêbikin û berê xwe nedin heqîqetê. Lê berê me li heqîqetê ye. Em ji kevneşopiya Çapemeniya Azad a pênûsa wê wergirtî ye tên. Me tu car serî netewand, em ê netewînin. Kameraya me dê kişandina heqîqetê bidomîne.”
 
Axaftin bi dirûşma “Zext nikarin çavên me bitirsînin” û çepikan bi dawî bû. 
 
DÊRSIM 
 
Li Dêrsimê rojnamevanan, ji bo rojnamevanên li Stenbol û Enqereyê bi serdegirtina malan de hatin binçavkirin li Qada Seyîd Riza daxuyanî dan. Rojnamevan Huseyîn Yaşar Sezgîn ê daxuyanî xwend, anî ziman ku li Tirkiyeyê her roj li dijî çapemeniyê operasyon tên kirin. Sezgîn wiha got: “Weke di hemû operasyonên li dijî çapemeniyê pêvajoya lêpirsînê ji parêzer û çapemeniyê veşartî tê meşandin. Em dibînin ku Ewropa jî bi awayekî hemwext tev li zextên Tirkiyeyê yên li ser rojnamevanan bûye. Li bajarê Brukselê yê Belçîkayê polîsan bi şev bi ser studyoyên Stêrk Tv û Medya Haber Tv’yê de girtin. Em dixwazin careke din bibêjin ku rojnamevanî ne sûc e. Mafê agahî wergirtinê yê gel nikare were astengkirin, Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin. Divê hevalên me yên rojnamevan demildest bên berdan.”