AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da

  • rojane
  • 11:30 25 Nîsan 2024
  • |
img
ENQERE - Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana endamê MYK’a HDP’ê yê berê Can Memîş ku demekî ji Doza Kobanê girtî mabû, qebûl kir û biryara binpêkirinê da. 
 
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo serlêdana endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Can Memîş ku ji ber Doza Kobanê demekê girtî mabû, biryara binpêkirinê da. Di biryarê de ev nirxandin hate kirin: “Kesên lêpirsîn kirin, têkildarî nîşaneyên sûcê pê dihat tawanbarkirin lêkolîneke baş nekirine û ev nîşaneye bi qasî tê xwestin dernexistine holê.” AYM’ê biryar da ku 40 hezar TL tazmînate ji Memîş re were dayîn. 
 
BAL KIŞAND SER MADEYÊN TÊKILDAR ÊN DI QANÛNÊ DE 
 
Di biryara xwe de AYM’ê bal kişand ser xalên di qanûna derheqê girtinê de û xalên têkildarî mafên bingehîn û azadiyan ên di Destûra Bingehîn de. Di biryarê de AYM’ê cih da serlêdana Memîş û nêrîna Wezareta Dadê ku digot; “Girtina wî rewa ye.” 
 
Bi domdarî di biryarê de hat gotin ku serlêdana Memîş “bêbingeh nîne” û “tu sedemên din nînin ku biryara neqebûlkirina serlêdanê” were dayîn. Her wiha di biryarê de hat gotin ku îdiayên Memîş dikare bên qebûlkirin. 
 
Her wiha hat diyarkirin ku îfadeyên şahidan ên derheqê Memîş de, di çarçoveya sûcên pê tê tawanbarkirin de xwedî wesfa nîşana xurt nînin. Hat gotin ku meqamên ji lêpirsînê berpirsyar, ji bo nîşaneyên xurt ên sûcê pê tê tawanbarkirin baş lêkolîn nekirine. 
 
AYM’ê ji ber van sedeman jî biryar da û got: “Mafê azadî û ewlehiyê hatiye binpêkirin.” AYM’ê ji ber vê binpêkirinê, biryar da ku 40 hezar TL tazmînat ji Memîş re were dayîn. 
 
Endamên AYM’ê Îrfan Fîdan û Muhterem Înce di biryarê de dengê dijber dan. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Fîdan ji ber alîgiriya xwe ya bi serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan demekî dirêj di rojevê de bû. 
 
MA / Firat Can Arslan