Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!

  • rojane
  • 11:16 25 Nîsan 2024
  • |
img
MÛŞ - Derket holê ku Şaredariya Mûşê ya Feyat Asya yê AKP’î îdia dikir ku ‘bêdeyn’ hiştiye, 890 milyon û 269 hezar û 273 lîre deynê wê heye. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê de cara ewil şaredarî bi rêjeya ji sedî 42,88’an bi dest xist. Hevşaredarên DEM Partiyî ku li Mûşê 3 navçeyên wê û bajarokekê şaredarî bi dest xistin, çawa ku hatin ser peywîra xwe rewşa deynên heyî yên qeyûman û şaredariyên AKP’î ji gel re aşkere kirin. 
 
ŞAREDARÊ BERÊ FEYAT ASYA: MIN ŞAREDARIYEKE BÊDEYN HIŞT  
 
Şaredarê Mûşê yê berê Feyat Asya yê AKP’î aşkere kiribû ku qûrîşeke deynê şaredariyê nîne. Lê di encama lêkolîna hevşaredarên DEM Partiyê de derket holê ku deynê şaredariyê zêdetirî 890 milyon lîreyî ye. 
 
DEYN YEK BI YEK HATIN AŞKEREKIRIN 
 
Deynên Şaredariya Mûşê wiha ne; Krediya Ajansa Hevkariya Navnetewî ya Japonyayê (JICA) ya Tesîsa Parzînê ya Ava Bermayî 331 milyon û 85 hezar û 101 lîre, krediya Bankaya Bajaran 246 milyon û 995 hezar lîre, deynê SGK’ê yê vesazkirî 12 milyon û 878 hezar û 648 lîre, deynê mûçeyên personelên şîrketa şaredariyê û kirêkirina wesayîtan 34 milyon û 488 hezar û 656 lîre, mûçeyê memûran û memûrên daîmî 9 milyon û 878 hezar, deynên îcrayê 18 milyon û 751 hezar û 650 lîre, deynên piyasayê milyonek û 442 hezar û 611 lîre, deynên din 4 milyon û 110 hezar û 583 lîre, xeta veguhestinê û parzînê ya ava vexwarinê 218 milyon û 576 hezar, deynê îhaleyên paqijiyê (wesayîtên çop) jî 12 milyon û 102 hezar lîre ye. Deynê şaredariyê yê bi komî 890 milyon û 269 hezar lîre ye.