Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne

  • rojane
  • 10:15 25 Nîsan 2024
  • |
img
 
ENQERE - Girtî Selver Îspîr ku di çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de cih digire, diyar kir ku ew jî xelekeke berxwedana li seranserî cîhanê belavbûyî ne û wiha got: “Divê çareseriya pirsgirêka kurd ji azadiya Abdullah Ocalan cuda neyê nirxandin.” 
 
Li 74 navendan bi tevlibûna gelek nivîskar, rewşenbîr û akademîsyenan bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatibû destpêkirin û kampanya hêj didome. Di çarçoveya kampanyayê de li gelek welatan çalakî tên lidarxistin û çalakiya bi heman daxwazê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî didome. Girtiyan, di 4’ê Nîsanê de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger derbasî qonaxeke nû kirin û biryara boykotkirina derketina dadgehan û hevdîtinên rû bi rû û yên ser telefonê dan. 
 
‘DI HER KESÊN OCALAN DIXWÎNIN DE DAXWAZA TÊKOŞÎNÊ DIAFIRE’ 
 
Girtiya bi navê Selver Îspîr ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û di çalakiyê de cih digire, bi rêya parêzerê xwe pirsên me yên têkildarî çalakiyê bersivand. 
 
Îspîr, diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi îdeolojî û felsefeya xwe tevahiya pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û psîkolojîk tespît kiriye û çareseriyên wan nîşan daye. Îspîr, wha domand: “Ev pêşniyar ne tenê ji bo gelê kurd an jî ji bo vê erdnîgariyê ne. Bi giştî tehlîla pergalên li cîhanê kiriye û pergaleke ji vê krîzê re bibe alternatîf-çareserî afirandiye. Çareseriya wî ya Modernîteya Demokratîk, ji bo pirsgirêka nasname û hebûnê ya gelê kurd dibe çareserî lê di heman demê de ji bo kesayetekî li Ewropayê dijî jî dibe çareseriya lêgerîna wateyê; ji bo xelaskirina civakeke li Efrîqayê neçarî xizaniyê hatiye kirin jî pêşniyareke şênber e. Modernîteya kapîtalîst li her erdnîgariyê di nava hewldaneke cuda de ye, dejenere kiriye û ji wate û jiyanê bêpar hiştiye. Bêguman rêbazên rizgariya ji van rewşan jî dê biguherin lê di bingeha xwe de bi pirsgirêka modernîteyê afirandî re heman in. Dixwazin qelebalixên ji civakîbûnê û ji nirxên xwe yên cewherî hatine dûrxistin biafirînin. Rêbertî (Abdullah Ocalan) li djî vê rewşê ji ewil bi felsefeya xwe hişyarbûnê diafirîne, bi rêya pergala alternatîf rêyên çareseriyê pêş dixe û vedibêje bê ka dê rizgarî çawa be. Vê yekê jî bi zimanekî zelal, bi vegotin û çarçoveyeke berfireh dike. Lewma her kesê Rêbertiyê dixwîne bi hêvî dibe û daxwaza têkoşînê tê de diafire. Lewma kesên ji erdnîgariyên ji hev pir dûr û xwedî çandên cuda eleqeyê nîşan didin û qebûl dikin.” 
 
RASTIYA GEL A BI ‘WÎ’ RE AFIRÎ
 
Bi domdarî Îspîr anî ziman ku her fikrekî Abdullah Ocalan xîtabî tevahiya mirovahiyê dikin û wan pênase dikin. Îspîr, wiha pê de çû: “Her mirovek teqez xwe di nava wê deryaya fikrê de dibîne. Lê eleqeyeke xwe ya pir kûrtir bi rastiya me re (rastiya gelê kurd) heye. Rêbertî hemû fikrên xwe ji ewil li ser rastiya gelê kurd afirandiye, di her parastina xwe de, di her dahûrîna xwe de ji ewil pirsgirêka nasname-kesayetî ya gelê kurd nirxandiye, têkoşîn li ser vê bingehê ava kiriye, li ser bingeha mêtingerbûna Kurdistanê afirandiye. Bi demê re  ev dor hatiye berfirehkirin. Lê belê zanebûniya di kurdan de afirandî û rastiya têkoşînê, di esasê xwe de nîşanî me da ku bû sedema bûyîna me-bûyîna gelê kurd- . Û bi rûmet, zanebûn û bi wateyê gihand. Rêbertî qala wê dike ku wî jî xwe di vê navberê de ava kiriye. Rastiya gelekî bi wî re bûyî û bi wî re gihayî derdikeve holê. Lewma çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Rêbertiyê dibe yek.” 
 
Îspîr, diyar kir ku di şexsê Abdullah Ocalan de berxwedan û fedakariyeke bêhempa derketiye holê lewma bihevrebûna fikir û pratîkê li seranserî cîhanê bala mirovan dikişîne. 
 
Di berdewamê de Îspîr bal kişand ser berfirehiya kampanyayê û got ku vê yekê eleqeya xwe bi paradîgma û pratîka Abdullah Ocalan re heye. Îspîr, wiha pê de çû: “Li hêla din rastiya gelekî heye ku bênavber, bêyî dudil bimîne dibêje ku birêz Abdullah Ocalan îradeya min e, xwedî li Rêbertiyê derdikeve û di tu şert û mercan de paşvegavê naavêje. Ev yek jî balê dikişîne û rê li ber mereqê vedike. Her wiha hemû dinya pergala li Rojava dibîne. Ji ber vê yekê kampanyaya têkildarî Rêbertî û gelê kurd tevlibûneke mezin diafirîne.” 
 
JI BO JINAN VEJÎN E
 
Îspîr, bal kişand ser girîngiya Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ‘hebûnê’, weke jin herî zêde jî em ji bo Rêbertiyê deyndar in. Ji ber ku ji bo me jinan, ji bo pirsgirêkên me çareseriyên piralî afirandiye, hebûnekî piralî çêbû. Lewma kelecan, dilsozî û sedemên van xurt in. Ev jî dike ku jin dev ji lipêşbûnê bernedin. Gelek mijar hene ku me bi rêya Rêbertiya xwe bi kelam xist û rastiya wê derxist holê. Azadiya Rêbertiyê jî mînaka herî şênber a derbaskirina vê yekê ya qonaxeke nû û pêşxistina wateyê ye.” 
 
HEWLDANÊN JI BO MEZINKIRINA BERXWEDANÊ 
 
Bi domdarî îspîr qala tevlibûna kampanyayê ya li girtîgehan kir û wiha got: “Zindan, di heman demê de qadên Rêbertiyê ne. Lewma wate û asta bandorkirinê ya bi rêya çalakiyên li van qadan tên pêşxistin jî cuda dibe. Bêguman coş û mirûzê tevlibûna berxwedanên li zindanan jî pir bilind e. Em xwe di nava xelekeke berxwedanê ya li cîhanê belav bûyî de dibînin. Her wiha mirov bi vê bandora Rêbertiyê şanaz dibe. Li hêla din jî hewldana ji bo mezinkirina vê berxwedanê û ya ji bo encamgir hebe hene. Ji bo hîn bêhtir kes di vê mijarê de bihestiyar bin, ji bo hîn bêhtir kesan bixin nava liv û tevgerê, hewldanên me hene. Mixabin pirsgirêkeke kesên li vê erdnîgariyê heye; qedrê cîhanê dizanin lê tênagihin ka ji ber vê xakê xwedî çi qedr-xizîneyê ne. Di vê mijarê de jî hewldanên me hene, tevlibûneke me heye.” 
 
BANGA BERPIRSYARTIYÊ
 
Îspîr, daxuyand ku pêşniyarên li hundir ji bo derve tên kirin dibe ku zêde di cih de nebin lê anî ziman ku çalakiyên girseyî encamgir in. Îspîr, axaftina xwe bi vê bangawaziyê qedand: “Zindan, dayik, siyasetmedar... bêguman tev li dibin lê dema tevlibûn bisînor be, encam jî dereng tê bidestxistin. Lewma gava ewil divê mezinkirina tevlibûna be. Bi vê wesîleyê em bangawaziya xwe jî bikin; banga me li her kesî ew e ku tev li vê berxwedana dîrokî bibin û berpirsyartiya xwe ya li hemberî Rêbertiyê, gelê xwe bi cih bînin.” 
 
MA / Dîcle Muftuoglû