Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin

  • rojane
  • 09:48 25 Nîsan 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê aşkere kir ku herêmên Çiyayê Gabar û Cûdî ji bo 15 rojan weke “Herêma Ewlehiya Taybet” hatin îlankirin. 
 
Çiyayê Gabarê yê di navbera çoltera navçeya Basa û navenda Şirnexê û Çiyayê Cûdî yê di nav sînorên navçeyên Silopiya, Cizîr û navenda Şirnexê de ji bo 15 rojan weke “Herêma Ewlehiya Taybet” hatin îlankirin. Di daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve hate dayîn de hate ragihandin ku di navbera 25’ê nîsan û 9’ê gulanê ketina her du herêman hatiye qedexekirin. 
 
Walîtiyê di 9’ê nîsanê de jî daxuyanî dabû û ji bo heman herêman di navbera 10 û 24’ê nîsanê de qedexe hatibû îlankirin.