Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin

  • rojane
  • 09:13 25 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Berdana Fahriye Ceylan a li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê tê ragirtin bi hincetên “poşman nîne” û “li gorî rêzikan sporê nake” cara 6’emîn hate taloqkirin. 
 
Berdana Fahriye Ceylan (50) a piştî sala 1992’yan hate binçavkirin hate girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” cezayê hefsê yê muebedê lê hate birîn, tevî ku cezayê lê hatiye birîn xelas jî kiriye bi hincetên cuda tê astengkirin. Ceylan a hêj 18 salî bû hate girtin, di dema girtina xwe de bi rêzê li Girtîgehên Amed, Êlih û Edeneyê hate ragirtin. Ceylan herî dawî sewqî Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê hate kirin. 
 
Ceylan divê di çileya 2022’yan de hatibûya berdan. Lê berdana wê bi hincetên “îfadeyên samîmî nade”, “poşman nîne” û “li gorî rêzikan sporê nake” cara 6’emîn e tê taloqkirin. Berdana Ceylanê, herî dawî li ser rapora Lijneya Çavdêrî û Îdareyê di 11’ê nîsanê de 3 mehên din hate dirêjkirin. Ji cara 6’emîn a taloqkirina berdanê re jî heman hincet hatin nîşandan. 
 
‘NE EM POŞMAN IN NE JÎ ZAROKÊN ME’ 
 
Dayik Sûltan Ceylan bertek nîşanî astengkirina berdana keça xwe da. Ceylan, da zanîn ku ji ber nexweşiyên xwe nikare biçe hevdîtina keça xwe û wiha got: “Rewşa me ya aboriyê jî nebaş e. Ez nikarim bi wesayîta xisûsî jî biçim. Berê li Êlihê bû, em her hefte diçûn hevdîtina wê.”
 
Ceylan, diyar kir ku “poşmantî” li keça wê tê ferzkirin û wiha domand: “Ne em poşman in ne jî zarokên me. Em heta mirinê li pişt girtiyên xwe ne. ji bo ku me got ‘em mafê xwe dixwazin, em kurd in nasnameya xwe dixwazin’ wiha dikin. Ji bo ku berdana wê taloq bikin li hinceta digerin. Zêdetirî 30 salan di girtîgehê de ye, dibêjin ‘tu poşman nebî em bernadin’. Li zindanê riziya lê dîsa jî poşman nîne. Mafê wan nîne ku zilmê bikin. Ji ber zilm û zalimtiya wan wiha dikin. Dixwazin her kes bi fermana wan rabe û rûne. Mafê wan nîne ku vê zilmê bikin. Em zilma li zarokên me tê kirin qebûl nakin.”
 
‘JI BER SEDEMÊN PÛÇ Û VALA BERDANÊ ASTENG DIKIN’ 
 
Xwişka Ceylanê, Selva Fîlîzê jî anî ziman ku bi taloqkirina berdanê tê xwestin ku hem xwişka wê hem jî ew bi xwe bên cezakirin. Fîlîz, bi lêv kir ku ev rewş ji ber ku kurdbûnê ye û wiha got: “Ev mirov vala vala li hundir in. Nexweş in. Berdana 3 hevalên xwişka min jî bi sedemên pûç û vala hate astengkirin.” Fîlîz xwest ku ev mexdûriyet ji holê bê rakirin û xwişka wê bê berdan.