Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin

  • rojane
  • 09:00 24 Nîsan 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Hawre Karwan diyar kir ku çûyina Erdogan a li Bexda û Hewlerê îşareta êrişeke berfireh a li ser qadên herêmên parastinê yên medyayê ye û got ku Tirkiye amadekariya operasyoneke berfireh dike. Karwan bilêv kir ku heya niha Iraq li ser vê mijarê razî nebûye û biryar ne daye û got: "Lê li Hewlêrê daliqandina alayên tirk nîşaneya dagirkeriyê bû." 
 
Serokkomarê AKP'î yê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, piştî 12 salan ji bo hin hevdîtinan pêk bîne çû Iraqê. Li Bexdayê ligel Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya es Sûdanî civiya. Di bin çavdêriya Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es Sudanî de di navbera Iraq, Tirkiye, Qeter û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban di çarçoveya "Projeya Rêya Pêşketinê" de peymana çaralî hat îmzekirin. Di navbera Iraq û Tirkiyeyê de 24 peymanên hevkariyê hatin îmzekirin ku di nav wan de "Peymana Çarçove ya Hevkariya li Qada Avê" û "Zebta Lihevkirinê ya Çarçoveya Stratejîk" heye. Bi Iraqê re peymana Rêveberiya Çavkaniyên Avê ya 10 salan hat îmzekirin.
 
Piştî hevdîtina bi hikûmeta Iraqê re Erdogan derbasî Hewlerê bû. Balkêş e PDK'ê beriya hatina Erdogan her deverên Hewlerê bi bi alayên tirk xemilandin. Li aliyê din piştî serdana Erdogan, li dijî Zap, Metîna û Avaşînê êrişek hat lidarxistin. Hevdîtina Erdogan di demeke wiha de pêk hat ku tê plankirin li dijî Garê operasyoneke mezin bê lidarxistin. 
 
Rojnameger Hawre Karwan, serdana Erdogan a Bexda û Hewlerê nirxand. 
 
'TIRKIYE AVÊ WEKE KOZEKÊ BIKAR TÎNE'
 
Rojnameger Hawre Karwan diyar kir ku di serdana Erdogan a li herêmê de mijarên weke neft, avö hatine nîqaşkirin û wiha axivî: "Yek ji pirsgirêkên sereke ku di navbera dewleta tirk û Iraqê de heye mesela avê ye. Tirkiye berdana avê ji bo Iraqê wekî kozekê di destê xwe de li beramber Iraqê bi kar tîne. Mijara herî giring ew e ku dewleta tirk ya dagirker ev demeke amadekariyên operasyoneke nû dike û dixwaze Iraqê jî beşdarî vê operasyona li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê bike. Lê heya niha ji Iraqê li ser vê mijarê razî nebûye û biryar ne daye ku beşdar bibe. Yek ji mijarên din yên hatina Serokkomarê tirk Erdogan ew e ku liser rêkirina neft û gaza Başurê Kurdistan û Iraqê ye. Beriya demekê dadgeha federalî ya Iraqê biryar da ku ew neft û gaza ku ji Başurê Kurdistanê ji bo Tirkiyê tê rêkirin ne yasayî ye û divê bê sekinandin ev jî ziyaneke mezin gihand aboriya Tirkiyê, ji bo wê dixwazin guftûgo li ser wê mijarê jî bikin."
 
'PDK BAREGEHÊN XWE TESLÎMÎ DEWLETA TIRK DIKE'
 
Karwan anî ziman ku di serdana Hewlerê de jî daxwaza operasyoneke berfireh a li dijî herêmê hatiye kirin û got ku îxtîmal heye ku PDK bi hemû hêza xwe tevlî vî şerî bibe û wiha got: "Piştî ku Serokkomarê Tirkiyê hevdîtinên xwe li Bexda bi dawî kir wê vê carê berê xwe da Başûrê Kurdistanê û derbasî Hewlêrê bibe. Hevdîtina ku bi Hewlêrê re çêdibe wê mijara sereke êrişên dagirkeriyê be. Ji xwe em hemû dîroka PDK'ê ji berê heta niha baş dizanîn ka çawa jibo dewleta tirk bûyee alîkar. Dewleta tirk ya dagirker carek din dixwaze wek salên 90'yan bi hêza xwe beşdarî êrişên dagirkeriyê bike, lê ev hêz jî ne dibin navê PDK ê dê be di bin navê hikumeta Herêma Kurdistanê de be û ev jî tê wê wateyê ku hemû partiyên Başurê Kurdistanê divê dagirkeriyê de beşdarin. Lê ev jî heya niha bi başî nehatiye zelal kirin jiber ku gelek partiyên siyasî yên Başurê Kurdistanê bi aşkere gotine em tu carî bi çi şêweyekî beşdarî vê dagirkeriyê nabîn û em êrişî li dijî gêrilayên azadiya Kurdistanê nakîn. Lêbelê heya niha jî PDK'ê bi vekirî ne gotine em piştgiriya dewleta tirk ya dagirker nakin. Berovajî wê di aliyê aborî, leşkerî û îstîxbaratî de hevkariya dewleta tirk ya dagirker dike û li gelek herêman baregehên leşkerî yên nû ava dike û piştre van bareghan teslîmî dewleta tirk ya dagirker dike." 
 
'LI BAJARÊN IRAQÊ ALAYÊN TIRK NEHATIN DALIQANDIN' 
 
Rojnameger Karwan bi lêv kir ku pêşwazîkirina PDK'ê ya Erdogan nîşaneya plana dagirkeriyê ye û wiha domand: "Ev pêşwaziye jî pêşwaziyeke protokolî nîn e û pêwîstî bivê jî nake. Ger serokê her welatekê serdana welatek yan jî serdana herêmek bike pêwîst nake bi vî rengî  bê pêşwazî kirin. Ev ji derveyî protokole û ji derveyî yasayên herêm û Iraqê ye jî. Me dît beriya serokkkomarê tirk serdana Iraqê bike bajarek Iraqê bi alaya tirk nehat daliqandin. Lê li herêma Kurdistanê ji şeva derbazbûyi ve hemû kolanên bajarê hewlêrê û Keleya wê bi ala Tirkiyê xemilandin. Ev kela ku mogol û teterî dibin pêşengtiya holaku bezên da êrişî wê navçeyê dikin lê nikarin vê kelhê bigrin û muxul li wêderê têk diçin. Lê em niha dibînîn kû PDK bê tekoşîn bê berxwedan vê kelhê teslîmî neviyên muxulan dikin û ala tirkê liser wê kelhê daliqîne. Herkes dizane ku destên Erdogan bi xwîna kurdan sor buye û li her çar parçên Kurdistanê jî û bi taybetî jî ev nêzî 4-5 sale êrişî Rojavayê Kurdistanê dike û Serêkaniyê û Efrîn jî dagirkiriye û beriya çend rojan jî li Başurê Kurdistanê di êrişa balefirên şer yên dewleta tirk ya dagirker de pêşmergeyek şehît ket." 
 
'IRAQ GUH NADE DAXWAZÊN TIRKIYEYÊ'
 
Karwan da zanîn ku hikûmeta Iraqê heta niha ji helwesta xwe tawîz nedaye û diyar kir ku Iraq daxwazên Tirkiyeyê dê qebûl neke û ev tişt got: "Hikumeta Iraqê bi van daxwazên dewleta tirk razî nabe. Ji ber kû dewleta tirk ya dagirker nêzî 76 baregehên serbazî di nav xaka Başurê Kurdistan û Iraq da heye û her roj Başûrê Kurdistanê bombardiman dike û ji bo rêya balafirên bê mirov di nav Başurê Kurdistan û Iraqê de digere û qet hesabekê bu serwerî xaka Başurê Kurdistan û Iraqê nake. Hikumeta Iraqê liser van êriş û dagirkeriyên dewleta tirk ya dagirler gelek caran hişyarî daye lê dewleta tirk van hişyariyan cidî nagire û dikare bi hêsanî cihên ku gel jibo seyrangeha bikar tîne bombebaran dike û hemwelatî qetil bike. Ev çend sale gelek bendav liser wan avên ku derbasî xaka Başurê Kurdistan û Iraqê dibin çêkirine û di vê çarçovê de gelek caran Iraqê li gorî yasayên navdewletî daxwaz kiriye ku qasî ku pêwîst dike avê berbide û ev jî bûye sedem ku gelek gund vala bibin û rêjeya çandiniyê kêm bibe. Ji bo wê jî ez bawer nakim hikumeta Iraqê guh bide daxwazên Tirkiyeyê." 
 
'GEL DIGOT DERIYÊ PDK'Ê JI DIKTATORAN RE VENEKIN'
 
Rojnameger Karwan anî ziman ku tişta ku niha pêwîst e helwesta gelê Başûrê Kurdistanê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Herêma Kurdistanê ji ber ku di bin destê PDK'ê de ye dibe ku daxwazên Erdogan qebûl bike. Berê jî PDK'ê ev daxwazên dewleta tirk bicih anîne û bi hemû hêza xwev e alikariya Tirkiyê kiriye. Tenê tiştek dimîne ew jî helwesta gele. Ji ber ku me beriya çend rojan dît ku gel çawa li dijî vê serdana Erdogan derket. Li Mexmur, Şengal û li gelek bajarên Başurê Kurdistanê gel li dijî vê serdana Erdogan derketin. Destê Erdogan bi xwîna hezaran ciwanên vî welatî sor buye. Li Başurê Kurdistanê bi giştî gel li dijî vê serdana Erdogan bÛn û digotin divê PDK deriyê Hewlêrê ji diktatoran re  neveke û nehêle ew derbazî axa me ya pîroz bibin. Lê PDK'ê deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê vekir."