Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir

  • rojane
  • 09:00 24 Nîsan 2024
  • |

ŞIRNEX- Naîf Şengîl ku ji bo tedawîkirina kurê xwe yê ku ev 5 sal in tiryakkêş e tevdigere, heta niha bi dehan caran çûye midûriyeta polîsan û daxwaza alikariyê kiriye lê hewldanên wî bêencam mane. Şengîl got: "Em dema ku îşareta serketinê dikin cezayê girtîgehê li me re dibirin. Ev li ber çavê wan tiryakê difiroşin, lê nayên girtin." 

Li Kurdistanê ji ber polîtîkayên dewletê yê şer roj bi roj koçberî, bêkarî û xizanî zêde dibe. Yek ji qadên ku polîtîkayên şerê taybet bi tundî tê meşandin jî bajarên Kurdistanê ne. Li cihên ku ciwan ber bi tiryak û fihuşê ve tên kişandin, tevî hemû hewldanên malbatan jî tedbîr nayên girtin. Yek ji bajarê ku di van salên dawî de tiryak lê zêde bûye jî, navçeya Qileban a Şirnexê ye. Di her kolan û taxan de tiryakfiroş digerin û heta niha gelek ciwan ketin tora wan. 
 
Ji van kesan yek jê jî ciwanê 25 salî yê bi navê M. Şengîl e. Şengîl, di sala 2019'an de dest bi bikaranîna tiryakê kiriye: Malbata ku rewşa wan a aborî nebaş e û her carê ji bo alîkariyê serî li midûriyeta polîsan dide jî hewldanên wan bê encam dimînin. Bavê Şengîl, Naîf Şengîl ê ku 75 salî ye, carekê ji ber ku pere nedaye kurê xwe ji aliyê kurê xwe ve hatiye derbkirin û piştre li ser giliya kurê wî doz lê hatiye vekirin. Yekane daxwaza bav Şengîl ew e ku kurê wî bê tedawîkirin. 
 
Bavê Şengîl, Naîf Şengîl 
 
'HÊJ EZ NEGIHIŞTIM MALÊ HAT BERDAN'
 
Bav Naûf Şengîl diyar kir ku li tevî hemû giliyên wan jî midûriyeta polîsan navçeyê bi tu awayî tedbîr nagire û wiha axivî: "Ev 5 sal in kurê min tiryakê bi kar tîne. Kî difiroşê ez nizanim. Ji bo ku dev ji tiryakê berde em gelek caran çûn emniyetê jî, lê nehat girtin. Yek carê tenê giliya me esas hat girtin. Ew jî 10 rojan girtî ma û piştre jî hat berdan. Ji bo ku bê tedawîkirin hewldayinên me jî çêbûn, lêbelê hemû bêencam man. Ji ber ku kurê min tiryakê bi kar tîne em gelek mexdûr bûne. Her roj pere dixwaze. Heta êvaran di xew de ye û dema ku dibe şev radibe û di saeta xwe de diçe tiryakê bi kar tîne û heta serê sibehê nayê malê. Ji bo ku tiryakê bistîne ji min pere xwestin, ji ber ku min got, 'pere nîn e' li min xist. Min nexwest pere bidimê. Ji ber ku li min xist ez çûm min gilî li emniyetê kir, lê şûna ku der heqê wî de lêpirsînê vekin, der heqê min de lêpirsîn vekirin. Heta çend roj beriya niha jî doza me hate dîtin. Min berika wî de tiryak dît ez çûm emniyetê min gilî kir. Piştî giliya min kurê min daxwazî îfadeyî kirin û binçavkirin. Em bi hevre çûn emniyetê lê hê ku ez negihiştim malê kurê min hate berdan. Ew pêşiya min çûye malê."
 
'DEWLET BI XWE ŞIRÎKÊ WAN E'
 
Şengîl da zanîn ku dewlet bi negirtina tedbîran nîşan dide ku ew jî şirîkê tiryakfiroşan e û wiha domand: "Dewlet der heqê tiryakfiroşan de tiştekî nake. Ji bo ku ev ciwan e tiştên cuda re mijûl nebin bi tiryakê dikujin. Dewlet hevalê wan e. Qey dewlet nikare tespît bike ku kî yan jî kîne tiryakê difiroşin van ciwanan? Weleh dizane û dewlet bi xwe jî şirîkê vê ye. Li ber çavê wan tiryakê difiroşin. Ne tenê kurê min bi dehan ciwan di vê rewşê de ne. Em dema ku îşareta serketinê dikin cezayê girtîgehê ji me re dibirin. Lê kesên ku tiryakê difiroşin û bikar tînin jî ji derve ne û rehet tevdigerin. Heke ku dewlet ne şirîk ba ev kes yek rojê ji derve nedihatin hiştin. Dewlet naxwaze çavê van ciwana vebe dixwaze ku ciwan di vê rewşê de bin. Kurê min beriya ku tiryak bikar naanî we ciwan weke wî nedîtin. Kurê min her roj ji xwe re û ji malbata xwe re dixebitî. Lê dest bi tiryakê kiriye heta niha me xêr jê nedît. Her tim di xew de ye,nedixwe, nevedixwe û wexta ku seata wî jî hat diçe tiryakê bikar tîne û heta sibehê nayê malê.Hiş jê re nema. Dinya xerab bibe haya wî jê nine. Tenê tiryak hebe bes e. Ez pir pê diqehirim."
 
'DIXWAZIN KU KURÊ MIN JI VÊ REWŞÊ DERBIKEVE'
 
Bav Naîf Şengîl daxwaz kir ku kurê wî bê tedawîkirin û ev banga piştevaniyê kir: "Heke ku alikariyê û piştevaniyê bidin me, em dixwazin ku kurê me tedawî bibe û ji vê rewşê derkeve. Divê ku em hemû bi hev re bibin tifaq û zarokên xwe ji vê belayê xelas bikin. Divê ku êdî di navçeya me de pêşiya bikaranîna tiryakê bê girtin. Ji vir heta Geverê tiryakê difiroşine ciwanan, ciwanan jehr dikin. Dewlet pere dide van ev jî vê jehrê tînin difiroşin zarokên xelkê."
 
MA / Zeynep Durgut