Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar

  • rojane
  • 08:26 24 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Çawişekî pispor li navçeya Pasûrê xwest wesayîta xwe li pêşiya avahiyeke tadîleta wê dihat kirin park bike. Ji niştecihên xanî M.T. jî çawişê pispor hişyar kir. Li ser vê yekê çawişê pispor gef li M.T. xwar û gule berda hewayî. 
 
Duh bi şev çawişekî pispor li navçeya Pasûr a Amedê xwest wesayîta xwe li pêşiya avahiyeke tadîlata wê dihat kirin park bike. Ji niştecihên xanî ciwanê bi navê M.T. jî çawişê pispor hişyar kir, jê re got xanî di tadîlatê de ye û ji ber ku dê malzeme bên wesayîta xwe li wir park neke. Li gorî agahiyan, çawişê pispor jî bi pirsa “Tu kî yî?” bersiv da ciwanî û di navbera wan de nîqaş derket. 
 
Piştre jî çawişê pispor gef li ciwanî xwar û bi awayekî bêserûber gule li hewayî reşand. Welatiyên ku dengê çekan bihîstin, hatin cihê bûyerê. Bi hatina gel re çawişê pispor jî li ser vê yekê reviya fermandariya cendirmeyan a navçeyê. Ji bo çawişê pispor bê binçavkirin û bûyer neyê veşartin, xelkê navçeyê li pêşiya Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê kom bû. 
 
Hat zanîn ku şahidên bûyerê jî li emniyetê îfade dane.