Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin

  • rojane
  • 19:08 23 Nîsan 2024
  • |
img
SÊRT – Girtî Kenan Bakay ê piştî 30 salan hat berdan, ji hêla TUAY-DER, DEM Partî û DBP’ê ve bi girseyî hat ziyaretkirin.
 
Kenan Bakay ku li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê dihat ragirtin, piştî 30 salan 20’ê nîsanê hate berdan. Bakay, di sala 1994’an de li gundê Lêfê yê girêdayî navenda Sêrtê hate binçavkirin. Bakay, li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hate darizandin û bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê hate birîn. Bakay, di pêvajoya 30 salan de li girtîgehên Sêrt, Amed, Ordu û herî dawî jî li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê ma û 20’ê mehê hate tehliyekirin. 
 
Bakay, ji hêla Nûnertiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Sêrtê, parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sabahat Erdogan Sartitaş, endam û rêveberên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Gundê Lêfê yê girêdayî navenda Sêrtê bi girseyî hat ziyaretkirin.