Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê

  • rojane
  • 15:42 23 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Nezan Gozen a ji madeya AYM’ê betal kiribû cezayê hefsê girtiye, ji ber biryarên cuda ên dadgehan, bi zaroka xwe ya 18 mehî ve xistin girtîgehê. 
 
Dadgeha Destûra Bingehîn madeya Qananû Cezayê ya Tirk (TCK) a 220/6’an a ji bo kesên tev li xwepêşandanan civakî dibin a “Tevî ku ne endamê rêxistinê ye, bi ser navê rêxistinê kirina sûc” betal kiribû. Tevî vê yekê dadgehên ku di heman madeyê de biryarên cuda didin hene. Hinek dadgeh ji ber madeya hatiye betalkirin girtiyan berdidin, hinek dadgeh jî caza li girtiyan dibirin. 
 
Înfaza Nezan Gozena di navçeya Licê ya Amedê de tev li xwepêşandana civakî bûye bi îdiaya “Tevî ku ne endamê rêxistinê ye, bi ser navê rêxistinê kirina sûc” û “zirardayîna malê cemaweriyê” 4 sal û 5 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Înfaza Gozenê ji ber ducanîbûnê 18 mehan hate taloqkirin. Piştî zaroka Gozenê hate dinê û di 4’ê adarê de bû 18 mehî, Gozen bi zaroka xwe ve xistin girtîgehê. 
 
8’EMÎN DADGEHA CEZAYÊ GIRAN BIRYARÊ NAS NAKE
 
Dema ku Gozen di girtîgehê de bû, Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) madeya “Tevî ku ne endamê rêxistinê ye, bi ser navê rêxistinê kirina sûc” betal kir. 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran cezayê derbarê kesekî de ku ji heman madeyê dihat girtin, betal kir. Parêzerê Gozenê Velat Alan biryarê wek mînak nîşanî 8’emîn Dadgaha Cezayê Giran da lê belê dadgeh daxwazê red kir û biryara domandina înfazê da. 
 
‘JI WIJDANA DADGERAN RE MAYE’
 
Parêzerê Gozenê tevî biryara AYM’ê biryara hinek dadgehan wek keyfî pênase kir û wiha got: “Bi min dadgeh bi awayekî keyfî tevdigere. Qanûnên alîgirên muwekîlan, bi zanebûn naxin dewrê. Kujerên Gafar Okan, endamên Hîzbûllahê bi rehetî berdidin. Lê belê kesên ku bi PKK’ê ve tên tewanbarkirin bernadin. Dadgeh hêzê ji desthilatê digirin. Desthilat madeya AYM’ê betal kiriye guherand û xist nava madeya TCK a 314’an. Êdî mijar ji wijdana dadgeh û dadgeran re maye. Heke dadgerekî xwedî wijdan be biryara berdanê dide, heke na dijberî wê birayarê dide. Muwekîla min bi zaroka xwe ve niha di girtîgehê de ye.”