Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin

  • rojane
  • 15:39 23 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL - Nûnerên sendîkayên perwerde û tenduristiyê bertek nîşanî operasyona binçavkirinê ya li dijî çapemeniya kurd dan û wiha gotin: “Îktîdar hewl dide tola têkçûna xwe ya di hilbijartinên xwecihî de ji çapemeniya kurd hilîne.” 
 
Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegerên kurd a li Stenbol, Enqere û Rihayê û bi serdegirtina studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê li Belçîkayê didomin. Kedkarên tenduristî û perwerdeyê jî bertek nîşan dan. 
 
‘TOLA HILBIJARTINAN DIHILÎNIN’
 
Endamê Lijneya Venêrînê ya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Stenbolê Abuzer Arslan got ku armanca ji operasyonên binçavkirinê ew e ku rastî dernekevin holê û ev tişt anî ziman: “Tişta ku dixwazin bêdeng bikin, ziman û jiyana gelekî ye. Em vê yekê baş dizanin ku îktîdar hewl dide tola têkçûna xwe ya di hilbijartinên xwecihî de ji çapemeniya kurd hilîne.” 
 
‘ROJ ROJA DERXISTINA DENG E’
 
Arslan, diyar kir ku dê xwendekarên Apê Mûsa dev ji nivîsandina rastiyan bernedin û wiha pê de çû: “Bi operasyonan hewl didin rojnamegeran bêdeng bikin. Kedkarên çapemeniyê di rojên herî zehmet de jî deng û daxwazên xwe ragihandin. Bêguman em ê li gel wan bin. Banga min ji bo tevahiya rêxistinên civaka sivîl, tenduristî, perwerde, kedkarên cemaweriyê, partiyên siyasî û saziyên çapemeniyê ev e; heke hûn îro bêdeng bimînin dê sibe we jî bêdeng bikin. Heke hûn îro vê zexta li çapemeniya azad tê kirin jinedîtî ve bên, sibe dê kesek li dora we nemîne. Lewma roj roja derxistina deng e û roj ew roj e ku em bibin dengê çapemeniya azad.” 
 
BANGA BERDANA ROJNAMEGERAN 
 
Serokê Şaxa Hejmar 7’ê ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Stenbolê Huseyîn Tosu jî wiha bertek nîşan da: “Bi operasyonên li dijî rojnamegeran re dixwazin mafê agahîgirtinê yê gel binpê bikin. Çapemeniya Azad bi taybet jî dengê me sendîkayan, rêxistinên ked û pîşeyî bi raya giştî re parve kir. Em polîtîkayên zext û binçavkirinê yên li dijî wan qebûl nakin. Em dixwazin rojnamegerên binçavkirî tavilê bên berdan.”