Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema

  • rojane
  • 15:03 23 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL - Rojnameger Încî Hekîmoglû bertek nîşanî êrişa li dijî Çapemeniya Azad da û wiha got: “Ji bo veşartina sepanên derhiqûqî dixwazin çapemeniyê bêdeng bikin.” Rojnameger Îrfan Aktan jî got ku çapemeniya kurd tevî zextan jî tu carî bêdeng nema. 
 
Di encama serdegirtinên malên xebatkarên Çapemeniya Azad ên li Enqere û Stenbolê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan û Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş, Erdogan Alayumat û nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan kaynak hatin binçavkirin. Her wiha polîsên belçîkayî bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê de girtin.
 
Rojnameger Încî Hekîmoglû û Îrfan Aktan têkildarî zextên li ser rojnamegeran axivîn. 
 
'KARÊ WAN Ê EWIL BÊDENGKIRINA ÇAPEMENIYA KURD E’ 
 
Rojnameger Hekîmoglû wiha got: “Li Tirkiye kengî bixwaze zextê giran bike û amadekariyên operasyoneke berfireh a li dijî derveyî sînor bike, weke karê ewil hewl dide çapemeniya kurd bêdeng bike. Dixwaze zordestî û derhiqûqtiya di dema van operasyonan de veşêre. Operasyonên derveyî sînor bi derveyî sînor bisînor namînin. Ji ber ku li hundir jî didomin, ji bo veşartina zext û sepanên derhiqûqî dixwazin çapemeniyê bêdeng bikin. Îktîdar hewl dide têkçûna xwe ya hilbijartinê bide jibîrkirin û bi gotina ‘serkeftina tunekirina terorê’ pêla nîjadperestiyê mezin bike. Li vir erka herî mezin dikeve ser milê muxalefetê. Li pêşiya CHP’ê du ezmûn hene ku yek jê krîza aborî ya din jî pirsgirêka kurd e. Hêvîdarim li dijî vê pêla nîjadperestiyê derkevin û rojnamegeriya aştiyê di vê ezmûnê de bi ser keve.”
 
'ÇAPEMENIYA KURD QET BÊDENG NEMA’
 
Rojnameger Aktan jî operasyonên li dijî rojnamegeran girêdayî hev in û ev tişt anî ziman: “Li gorî min eleqeya xwe bi serdanên Erdogan ên Bexda û Kurdistanê re jî heye. Ev zext û pêla binçavkirinê nîşan dide ku dê pêvajoyeke zehmet a nû dest pê bike. Dema rojnameger karê xwe dikin divê weke amûrên siyasî neyên bikaranîn, hedef neyên girtin. Hûn nikarin bi girtina rojnamegeran heqîqetê veşêrin. Nabe ku rojnameger bên terorîzekirin. Ji salên 90’î ve ye ev îktîdar, ev dewlet van tiştan dike. Lê çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema.” 
 
BANGA PITEVANIYÊ
 
Aktan, axaftina xwe bi vê bangawaziyê qedand: “Banga min ji bo her kesî ew e ku li dora Çapemeniya Azad bicivin. Dema mijara behsa xeberê dibe kurd, mixabin dengên piştevaniyê kêm derdikevin. Ji bo mirov li dijî zextan derkeve hewcehî bi wê nîne ku wekî hev bifikirî. Mijara behsa xeberê azadî, pîşeya rojnamegeriyê û mafê agahîgirtinê yê raya giştî ye. Li dijî hewldana krîmînalîzekirina rojnamegeriyê, piştevaniya pîşeyî girîng e. Nexwe dê sibe du sibe zextên li ser çapemeniya muxalîf bidomin.”