Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir

  • rojane
  • 14:45 23 Nîsan 2024
  • |

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ji bo “Destûra Bingehîn a Demokratîk” bang kir û wiha got: “Pêdiviya civaka Tirkiyeyê ya sereke destûra bingehîn a demokratîk e. Werin em bi hev re xwe ji destûra bingehîn a darbeya 12’ê Îlonê xelas bikin û Komara Demokratîk bi hev re ava bikin.” 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di Rûniştina Taybet a 23’yê Nîsanê ya li Meclisê de axivî.  Hatîmogûllari ji ewil zarokên tên xebitandin bi bîr anî û wiha got: “Di serî de Meclis banga min li hemû saziyên siyasetê ew e ku berpirsyartiyên xwe yên li dijî zarokan pêk bînin.” 
 
Hatîmogûllari, got di serî de li Filistîn û Kurdistanê, li tevahiya Rojhilata Navîn ji bo çareserkirina pirsgirêka li şûna muzakereyên demokratîk serî li rêbazên tundiyê tê dayîn lewma zarok tên qetilkirin. Hatîmogûllari, wiha domand: “Têkoşîna me ji bo bidawîkirina karkeriya zarokan e, ji bo bidawîkirina zewacên di temenê biçûk de, ji bo bidawîkirina îstîsmarkirina zarokan, ji bo pêşîlêgirtina zarokan û ji bo pêşerojeke xweş a zarokan e.” 
 
‘DÎROKA KOMARÊ DÎROKA KRÎZAN E’ 
 
Di berdewamê de Hatîmogûllari wiha got: “Sed salên komarê di heman demê de dîroka darbeyan, krîzên aborî, bêîstîqrarî û otorîterîtiyê ye. Di sedsala ewil de rejîmê xwe nêzî demokratîkbûnê nekir, daxwazên demokratîkbûnê ya civakan krîmînalîze kir û red kir, hemû kesên li dijî vê derketin bi rêbazên tundiyê hewl da tune bike. Komar, ji bo hebûna xwe ya îro deyndarê hemû gelên li welêt, bawermend û kedkaran e. Tevî vê yekê jî îradeya avaker tune tê hesibandin. 
 
BAL KIŞAND SER DESTÛRA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK 
 
Berpirsyartiya hemû dînamîkên siyasî ye ku çavkaniya înkarê bibînin, pê re hevrû bibin û ev yek berpirsyartiyeke mezin a roja me ye. Feraseta yekperest a beriya 1920’an di meriyetê de, bi Destûra Bingehîn a 24’an re veguherî aqilê hişk û sîstematîk ê netewe dewleta nû. Înkara dîrokî, referansên xwe yên sereke û hişmendiya tunehesibandina tevahiya cudahiyên welêt, bingeha xwe ji Destûra Bingehîn a 1924’an digire. Mixabin destûrên bingehîn ên piştre jî bûn kopiyayên xerab ên Destûra Bingehîn a 1924’an. Niha pêdiviya sereke ya civakên Tirkiyeyê, destûra bingehîn a demokratîk e. Di sedsala ewil a komarê de dewletê hewl da gelekî yektîp û di xizmeta sermayeyê de biafirîne. Lê belê bi ser neket. Peywira siyasetê ya di sedsala duyemîn de ew e ku ji bo pirsgirêkên sereke çareseriyan peyda bike û rêveberiyeke demokratîk a gelan ava bike. Pêngava vê ya ewil jî ew e ku bikeve pêvajoya amadekirina Destûra Bingehîn a Demokratîk. Ji bo vê jî divê bi awayekî lezgîn dawî li şer û pevçûnan bê anîn, cihêkariya heyî bê bidawîkirin, ji bo avakirina aştiya civakî bi derdorên berfireh ên civakî re mitabeqat bên çêkirin û li rê û rêbazên were gerîn. 
 
RÊYA XELASIYÊ NÛJENKIRINA MITABEQETA CIVAKÎ YE 
 
Di sedsala duyemîn de rêya xelasiya ji krîzên sedsala yekemîn ew e ku mitabeqeta civakî ya bi ruhê 1920’an di sala 1921’an de hatiye çêkirin were nûjenkirin. Parekî mezin a Îttîhat û Terakiyiyan û hwd. di krîza demokrasiyê ya komarê de heye. Di vê sedsalê de divê bi rabûrdiyê re hevrûbûnek çêbibe û avakirina pêşerojeke demokratîk peywira sereke ya saziya siyasetê ye. 
 
Pirsgirêka kurd, pirsgirêka naskirinê û statûyê ye. Divê pirsgirêka kurd bi rêyên muzakereyên demokratîk, siyaseteke azad û li gorî hiqûqa gerdunî bê çareserkirin. Tekane rêya ku çîçek vebin û bihareke rasteqîn ew e ku çareseriyeke demokratîk a li ser esasê muzakereyan bê pêşxistin. 
 
Berpirsyartiya Meclisê ye ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bike û Tirkiye di sedsala nû de ji bo demokratîkbûnê gav biavêje. Weke DEM Partiyê em amade ne ku di vê mijarê de tişta dikeve ser milê me pêk bînin. 
 
WERIN EM MITABEQETEKE AŞTIYA NAVXWEYÎ YA MEZIN ÇÊBIKIN 
 
Bihareke rast û mayinda ya vî welatî bi çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, bidawîkirina bêkariyê û dabînkirina hêj bêhtir demokrasî, azadî û edaletê pêkan e. Li herêma me projeyên nû yên şer tên cîbicîkirin, dîsa xwîn û rondik tên rijandin. Di rewşeke wiha de divê ji bo jiyan û civakeke demokratîk, bi hemû derdoran re bê axaftin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêya muzakereyan esas bê girtin. Lewma em bang dikin û dibêjin ku werin em bi hev re xwe ji destûra bingehîn a darbeya 12’ê Îlonê xelas bikin û Komara Demokratîk bi hev re ava bikin. Di serî de parlamento, werin em bi hev re siyasetê ji hemû vesayetan xelas bikin. Ji bo parastina gelên Tirkiyeyê û gelên herêmê werin em bi hev re mitabeqeteke aştiya navxweyî ya mezin çêbikin. 
 
Em ji bo rabûrdiyê deyndar û ji bo zarokan, pêşeroja wan jî soza me heye. Em ji bo aştî û demokrasiya welat û ji bo têkoşîna hevpar amade ne.” Hatîmogûllari, bang li zarokan jî kir û got: “Em ê bi hev re welatekî azad û dilşa diyarî we bikin. Bila ev jî soza me ya ji bo zarokên hêja be.”