Giliyê Tanjû Ozcan kirin

  • rojane
  • 15:25 19 Nîsan 2024
  • |
img

STENBOL - Li Stenbolê giliyê Şaredarê Bolûyê Tanjû Ozcan ê bi gotinên nijadperest ên li dijî penaberan her tim di rojevê de ye hate kirin. 

 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Platforma Em Hemû Penaber in ji Nijadperestiyê re Na têkildarî gotinên “cihekar” ên Şaredarê Bolûyê Tanjû Ozcan ê CHP’î dê li avahiya ÎHD’ê civîn hat e lidarxistin. Di civîna ku pankarta “Şaredarê Bolûyê Tanjû Ozcan sûcê cihekariyê dike” hate daliqandin de metnê çapemeniyê Seroka ÎHD’ê Gulseren Yolerî xwend. 
 
Yolerî, anî ziman ku Ozcan li dijî penaber û koçberan polîtîkayên nijadperest û cihekariyê pêk tîne û bi lêv kir ku ev polîtîka di civakê de dijminatiyê sor dike. 
 
‘BILA FAÎL BÊN DARIZANDIN’ 
 
Yolerî, xwest ku li dijî êrişên nefretê bergirî bên wergirtin û wiha domand: “Di 10’ê tebaxa 2021’an de li Altindag a Enqereyê û di 10’ê çileya 2022’yan de li Esenyûrta Stenbolê li dijî koçberan êriş hatin kirin, di 16’ê mijdara 2021’an de li Guzelbahçe ya Îzmîrê sê koçberê sûriyeyî bi şewitandinê hatin kuştin, di 26’ê adara 2023’yan de xwendekara zanîngehê Dîna ya gabonî hate kuştin. Di erdnîgariya me ya bi dehan bûyerên wiha lê tên jiyîn de ji bo pêşî li êrişên cihekarî, nijadperestî û nefretê bê girtin divê demildest bergirî bên wergirtin û faîl bên cezakirin.”
 
GILIYÊ OZCAN HATE KIRIN 
 
Yolerî, destnîşan kir ku gotinên Ozcan ên derbarê penaber û koçberan de sûc in û da zanîn ku derbarê mijarê de pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin. Yolerî bang li CHP’ê jî kir ku derbarê Tanjû Ozcan de kirariyên dîsiplînê yên pêwîst bên dest pê kirin û ev geşedan bi rayagiştî re bên parvekirin.
 
Aktîvîstê Platforma Em Hemû Penaber in ji Nijadperestiyê re Na Ersîn Tek ê pişt re axivî jî anî ziman ku ji ber gotinên nefretê  yên Tanjû Ozcan giliyê wî kirine.