'Li ser sindoqê em koçberî, hilweşîn û girtiyên nexweş ji bîr nekin’

img
AMED - Xizmên girtiyan û kesên di dema qedexeyan de malên wan hatin hilweşandin ev bang kirin: “Dema hûn diçin ser sindoqê koçberî, hilweşandin û girtiyên nexweş ji bîr nekin.” 
 
Malbatên girtiyan û welatiyên di dema qedexeyên derketina kolanan de li Amedê malên wan hatin hilweşandin, bang li her kesî kirin ku piştgiriyê bidin Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Welatiyan banga; “Dengê xwe bidin DEM Partiyê” li her kesî kirin. 
 
XELKÊ SURÊ PIŞTGIRÎ DA DEM PARTIYÊ 
 
Welatiyê bi navê Îsmaîl Ozmez ku di qedexeyên derketina kolanan ên di salên 2015-2016’an de mala wî hatibû hilweşandin, hilweşîna wê demê bi bîr xist. Ozmez, ev tişt anî ziman: “Şerekî wisa meşandin ku hewl dan serî bi gelê kurd bidin tewandin. Lê gelê kurd serî netewand. Li ber xwe da û xwe gihand van rojan. Îro jî li ber xwe dide. Em hêj jî li ser xaka xwe ne û me Amed neterikand. Amed dilê me ye, dilê Kurdistanê ye. Li pêşiya me hilbijartin heye û em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê. Em ê dengê xwe nedin komkujêran. Banga me ji bo tevahiya gelê Amedê ye. Bila her kes dengê xwe bide DEM Partiyê. Bila dengê xwe bidin xwe. Wê demê em ê ji xwe bi ser kevin. Em ê şaredariya xwe ji wan re nehêlin.” 
 
Ji welatiyan Kasim Ormek ku di dema qedexeyan de hate koçberkirin jî ev tişt anî ziman: “Di sala 2015’an de mala hilweşandin û em neçar man koç bikin. Em 8 salan li derve man. Bi şertê taksîtên 15 salan malên me dan me. Divê gelê kurd dengê xwe bi kar bîne û dengê xwe bide DEM Partiyê. Dema em diçin ser sindoqan divê em polîtîkayên koçberkirinê ji bîr nekin. Em ê bi standina şaredariyê bersiva herî mezin bidin wan.” 
 
‘DEM DEMA ME YE’
 
Dengbêj Mûstafa Oguz jî got “DEM DEM a me ye” û ev tişt anî ziman: “Bila tu kes nebêje ‘jixwe em bi dest bixin jî dê qeyûm lê were tayînkirin.’ Ew hezar caran jî qeyûman tayîn bikin, em dîsa jî dengê xwe bidin. Bila her kes dengê xwe dane ser wijdana xwe û peywira xwe bi cih bîne.”
 
Ji xizmên girtiyan Nazîme Boltan ku di Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin de cih digire jî wiha got: “Ev 116 roj in em ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiyê û girtiyên di zindanan de Nobetê Edaletê digirin. Banga me ji bo gelê me ye; destê xwe deynin ser wijdana xwe û herin dengê xwe bidin. Dema diçin ser sindoqan bila ji bîr nekin ku em 116 roj in di nobetê de ne.” 
 
Ji xizmên girtiyan Rabîa Ataş jî got ku bila tu kes girtiyên nexweş ji bîr neke û ev bang kir: “Dema hûn diçin ser sindoqan, zilma li dijî birêz Ocalan û girtiyan tê kirin ji bîr nekin. Çi dibe bila bibe divê em xwedî li dengên xwe derkevin.”