Qeyûm kurê serokê AKP’î ji bo kar xist şaredariyê

img
AMED - Serokê Şaredariya Pîranê yê AKP’î Felat Aygoren ji nû ve bû namzetê Şaredariyê. Qeyûmê Şaredariya Peyasê jî kurê Aygoren Adar Aygoren ji bo kar xist şaredariyê.
 
Derket holê ku kurê Şaredarê Pîranê Felat Aygoren ê AKP’î Adar Aygoran ji hêla qeyûmê Şaredariya Peyasê ve ji bo kar xistine şaredariyê. 
 
Felat Aygoren di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de ji HDP’ê wek namzetê hevşaredariyê hate hilbijartin û piştî hilbijartinê derbasî AKP’ê bû. Aygoren ji hêla partiya xwe AKP’ê ve ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê wek namzet hate diyarkirin.
 
Li gorî agahiyên bi dest ketine Felat Aygoren ji bo kurê xwe Adar Aygoren ket dewrê û di Şaredariya Peyasê de xist kar. Şîrketa şaredariyê di kanûna 2022’yan de bi navê “girtina xizmetê” Aygoren li cem Midûrê Çapemenî, Weşan û Têkiliyên bi Gel re Yilmaz Cebe peywirdar kir. Piştî demekê Aygoren kirin “personelê bipeyman”.
 
Hat zanîn personelê bipeyman Aygoren ev demeke dirêj ê naçe kar û tev li xebatên hilbijartinê yên AKP’ê dibe.
 
MA / Mujdat Can