Zanayê bang li gelê Bedlîsê kir: Xwedî li sindoqên xwe derkevin

BEDLÎS - Siyasetmedara kurd Leyla Zana ya di mitînga DEM Partiyê de axivî, diyar kir ku dema hilbijartin qezenckirin dê ji bo pîrozkirinê serdana bajaran bike û got: “Xwedî li sindoqên xwe derkevin.”
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bedlîsê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qada Mizgefta Mezin mitîng li dar xist. Siyasetmedar Leyla Zana, parlamenterên DEM Partiyê û bi sedan kesan tev li mitîngê bûn. Qada ku mitîng lê hate lidarxistin, bi flamayên DEM Partiyê hate xemilandin û pankarta “Bedlîs rabe DEM hat” hate daliqandin. Beriya mitînga ku welatiyan eleqeyeke zêde nîşan da, li ber dahol û zirneyan govend hate gerandin. Di mitîngê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û  “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin û kevokên aştiyê yên ku sembola azadiyê ne hatin firandin.
 
NAMZETÊN HEVŞAREDARİYÊ AXIVÎN  
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan ê ewilî di mitîngê de axivî, anî ziman ku beriya 10 salan şaredarî bi dest xistin dê dîsa bi dest bixin. Dû re namzeta hevşaredariyê ya Bedlîsê ya DEM Partiyê Sumeyye Kizilkaya jî wiha got: “Em ê bajarê xwe bi jinan bi rê ve bibin û Bedlîs dê bibe bajarê jinan. Em ê bi polîtîkayên ku dijminên jinan re têbikoşin. Em bawer dikin ku em ê serbikevin. Dem dema me ye.”
 
Namzetê hevşaredariyê yê din Nezîr Karabaş jî diyar kir ku li bajêr hewl tê dayîn şopên kurdan bên jê birin û bal kişand ser bişaftinê. Karabaş, anî ziman ku Bedlis lig elek qadan hatiye paşxistin û wiha got: “Li vir ji 1’ê nîsanê û wê ve kes nayê dîkekirin. Cihekariya jin û mêran nabe. Em ê weke şaredarî ji herkesê re yek bi yek xizmetê bikin. Bêyî ku em lê binêrin kê deng daye me ne daye me em ê xizmetê bikin.”
 
‘EM AŞTIYÊ AVA BIKIN  
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik ê pişt re axivî, diyar kir ku şaredariyên AKP’ê diziyê dikin û vîna gel xesp kirine. Sakik, bi bîr xist ku Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan gotiye di hilbijartinên giştî yên Amedê de kêm deng wergirtine û wiha got: “Ey Erdogan, tu dê qeyûmî tayînî kurdan bikî, pêvajoya çareseriyê têxî sarincê û pişt re wiha dibêjî. Em niha lê dinêrin ku ji şerekî nû re xwe amade dikin. Ev şaredarî dê bibin şaredariyên aştiyê, nabin şaredariyên şer. Hûn bi SÎHA’yan pesnên xwe didin. Mirovên dewletê yên mezin banga şer nakin. Dema aştiyê ava bikin dibin taca seran. Werin em aştiyê ava bikin. Kurd jî tirk jî ji vî şerî westiyan.”
 
Leyla Zana ya pişt re mafê axaftinê wergirt jî wiha got: “Heke aştî û azadî hebûya da ev welat baştir bibûya. Hilberîna me li ser çandinî û sewalkariyê ye. Ev her du tişt jî dikarin hemû Rojhilata Navîn têr bikin. Lê niha zozanên me hatine qedexekirin. Dema tên qedexekirin hejmara heywanan jî kêm dibe. Ez bawer dikim ku hûn nikarin kîloyeke goşt jî bistînin. Ne tenê em, kesên li Tirkiyeyê jî dit ariya şevê de dikevin dora nan. Mamosteyê 15 hezar lîreyan bigire dê çawa li ser piyan bimîne. Ew dê çawa bijîn. Li vî welatî kes nîne ku bibêje ‘Em têr in, em pêşiya xwe dibînin’. Ez dibêjim wijdan wijdan. We ev welat rizand.” 
 
‘GELÊ KURD GIRÎNGIYÊ DIDE JINAN’   
 
Zana, destnîşan kir ku partiyên siyasî gel ji hev dane dûrxistin û wiha berdewam kir: “Hûn qedrê xwe bizanin. Ev welat bi saya we li ser piyan e. Kesên dikevin bi emre mal û milkî kole ye. Şikir di civaka me de tişteke wiha nîne. Gelê kurd heta 1996’an bi dayikên xwe dihate bibîranîn. Ev tê vê wateyê, gelê kurd girîngiyê dide jinan. Zanîsta medreseye ne tenê îbadet e, astroloji, fizîk, erdnîgarî jî hebû û ew der zanîngeh bûn. Ciwanên niha gelek bi şanstir in. Hûn dîroka xwe bizanin û pêşeroja xwe ava bikin.”
 
‘XWEDÎ LI SINDOQÊN XWE DERKEVIN’   
 
Zana, bang kir ku her kes roja hilbijartinê xwedî li sindoqan derkeve û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke hûn pir bixebitin û serbikevin, ez yek bi yek ji bo pîrozkirinê biçim hemû bajaran. Silav ji Mûş, Colemêrg, Agirî, Îdir, Qers, Erzirom, Mêrdîn û ji her bajarê me re. Ez bang li hemû partiyan dikim; sed sal in gelê kurd her tişt bi xwe kiriye. Ew bi saya çand, siyaset û aboriya me li ser piyan dimînin. Duh qala dayîna zêran dikirin. Zêrên xwe bigirin û xwe aciz nekin. Her tiştê wan ji me diçe. Em dixwazin Tirkiye û Kurdistan weke xwişk û birayan bijîn. Pêdiviya me bi hev heye. Lê heke hûn xwedî li hev dernekevin kes xwedî li we dernakeve. Xwedî li xwe û sindoqên xwe derkevin.”
 
Mitîng bi stranên hunermend Mizgîn Tûran û Mûrat Demîr bi dawî bû.