Temellî li Colemêrgê got: Dê îradeya we vê îktîdara faşîst hilweşîne

img
COLEMÊRG  - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî di mitînga Colemêrgê de wiha got: “Ya ku dê vê îktîdarê hilweşîne, îradeya we ye. Ew çi dikin? Dengên heram vediguhêzin. Tevek jî sexte ne. Hûn li ku derê dibin bibin werin dengê xwe bidin. Em ê pir bi xurt bi ser kevin.” 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Qada Kent Parkê ya navendê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng li dar xist. Mitîng bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî namzetê hevşaredariyê yê Colemêrgê Sidik Akiş axivî. Akiş, got ku dê şaredariyê bi awayeke şefaf û bi gel, jin û ciwanan re birêve bibin. Namzet Viyan Tekçe jî silav ji girtiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê re şand û bal kişand ser rewşa wan. 
 
'MUXATAB ABDULAH OCALAN E’
 
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî got ku divê rewşa nebaş a welêt êdî biguhere û wiha dom kir: “Dê gelê me û DEM Partî dawî li vê pergalê bîne. Ev pergal qedera me nîne. Em ê bi hev re biguherînin. Yên bi plana têkibirinê derketin rê, welêt hilweşand. Ev gel di bin kavilan de hişt. Yên mase wergerandin, ketin bin milê faşîstan û welêt ber bi hilweşînê ve bir. Bi wergerandina maseyê re hêviyên hemû gelan jî wergerandin. Rêya çareseriya demokratîk xitimandin. Lê hêviyeke gelên Rojhilata Navîn hebû. Ew jî jiyan bû, komara demokratîk bû. Xwesetin wê hêviyê tune bikin. Kes nikare wî dengî qut bike, ew deng îro li van qadan e. Ew deng birêz Ocalan e. Tunehesibandina vê muxatabiyê, rê li ber hilweşîna welat vekir. Lê çareseriyek pêkan bû.” 
 
‘DÊ TÊKOŞÎNA ME YA LI DIJÎ PERGALA FAŞÎST BIDOME’
 
Di berdewamê de Temellî bal kişand ser gotinên siyasetmedaran ên têkildarî hilbijartinan û wiha pê de çû: “Wisa xuya dike ku heke her meh hilbijartin bên lidarxistin, em ê weke xwişk û bira bijîn. Mehekê ji bo van deran dibêjin ‘Kurdistan’, 59 mehan dibêjin ‘teroristan.’ Zîhniyeta wan ev e. Bi vê zîhniyetê êrişî me dikin. Ew jî dizanin ku DEM Partî îradeya gel e. Ji bo têkbirina vî gelî, DEM Partiyê hedef nîşan didin û êriş dikin. Lê ew çi bikin jî em ê her li vir bin. Me serî netewand û natewînin. Lewma ditirsin û serî li her cureyên hîleyan didin. Em rêwiyên Rêya Sêyemîn in. Em li dijî vê pergala faşîst têdikoşin.”
 
'EM Ê PIR XURT BI SER KEVIN’
 
Temellî, axaftina xwe wiha qedand: “Çîroka di serê van de çîroka ‘bila kurd dayika xwe nebîne’ ye. Ji ber vê dijminatiyê têk çûn. Çareseriya demokratîk ew e ku hem Tirkiye hem jî Rojhilata Navîn aştiyane bijî. Lê ev hemû çavkaniyên welêt ji bo şer xerc dikin û gel terkî xizaniyê dikin. Dixwazin bi şer û tecrîdê bêzar bikin. Em ê tu caran rê nedin vê. Heta ku em mil bidin milên hev, tu îktîdarên faşîst nikarin xwe li ber me bigirin. Ya ku dê vê îktîdara faşîst têk bibe jî îradeya we ye. Dengên me rûmeta me ne, bi tu awayî tawîz nayê dayîn. Xelk ji her derê ji bo xwedîderketina li îradeya xwe tê vê derê. Ew çi dikin? Hilbijêrên heram vediguhêzin. Polîs û leşkeran ji bo dizîna şaredariyên me dikin hilbijêr. Tevek jî sexte ne. Hûn li ku derê dibin bibin werin dengê xwe bidin. Em ê pir bi xurt bi ser kevin. Em ê teqez bi ser kevin.” 
 
Mitîng, bi muzîkan berdewam kir.