'Em ê şaredariya Sêrtê ji qeyûmên dagirker rizgar bikin'

img
SÊRT - Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan li Sêrtê tev li civîna bi gel re bû û got: “Em dizanin li vir şerekî psîkolojîk tê meşandin. Lê em ê baş bixebitin û şaredariyan ji qeyûmên dagirker rizgar bikin. Bila her kes bang li xizmên xwe bike, DEM Partî mala kurdan e.” 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sêrtê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li avahiya xwe civîna gel li dar xist. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, parlementera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, namzetên hevşaredariyê yên navendê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên navend û navçeyan û bi sedan welatî tev li hevdîtinê bûn. 
 
‘KURD LI ÇAR ALIYÊN KURDISTANÊ RASTÎ ÊRIŞAN TÊN’
 
Di civînê de parlamenter Omer Ocalan got ku li her çar milên Kurdistanê êriş li ser kurdan hene. Ocalan, got ku îktîdara AKP-MHP’ê pêşengtiya zilma li ser gelê kurd dike û dixwaze kurdan tesfiye bike. Ocalan, destnîşan kir ku li dijî zilmê pêwîstî bi fedekarî, xebat, xwedîderketin, tifaq û hezkirinê heye. Ocalan, got ku divê li dijî şerê taybet ê li Kurdistanê, gelê kurd bi peywira xwe rabe. 
 
‘DIVÊ FIKRÊN RÊBER APO DI HER MALÊ DE HEBE’
 
Bi domdarî Ocalan bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Ev sê sal in tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayên girtin. Haya tu kesî ji ewlehiya wî, jiyan û tenduristiya wî nîne. Dibe ku êdî sibe dereng bibe. Hevalên me yên girtî ji bo şikandina tecrîdê bedel didin. Divê siyaseta demokratîk jî bi rola xwe rabe. Lê mixabin qels dimînin. Bila gelê me di nava siyasetê de cih bigire û di nava siyaseta demokratîk de rola xwe bilîze. Divê fikrên Rêber Apo di her malê de cihê xwe bigirin.”
 
‘DEM PARTÎ MALA KURDAN E’
 
Di berdewamê de Ocalan diyar kir ku hilbijartinên 31’ê Adarê ji bo wan derfeteke mezin e û divê xebat bên kirin. Ocalan, axaftina xwe wiha qedand: “Divê gelê Sêrtê mohra xwe li dîrokê bixe. Divê em ji bo tevgera xwe, ji bo rêberê xwe û ji bo siyaseta xwe em baş bixebitin. Ji bo em van şaredariyan ji destê qeyûmên dagirker derxînin divê em bixebitin. Heta 31’ê Adarê bila her kes li dost û hevalên xwe bigere û ji wan re bibêjin ku ev der mala we ye. DEM Partî mala kurdan e û divê em li ber deriyê dijmin siyasetê nekin. Em dixwazin êvara 31’ê Adarê mizgîniya Sêrtê bigirin. Em dizanin li ser Sêrtê şerekî derûnî tê meşandin û dixwazin îradeya gelê Sêrtê bişkînin. Lê divê em jî li gor vê yekê bixebitin. Barê me giran e lê hêza me û baweriya me jî heye.”
 
Dê Ocalan û şandeya pê re xebatên xwe li Dihê û Misircê bidomînin.