Doza Vartînîsê hat taloqkirin

img
ENQERE - Doza Vartînîsê hat lidarxistin. Doz bi hêceta ku bersûcê firar ê dozê Bulent Karaoglû nayê girtin, hat taloqkirin. 
 
Li bajaroka Vartînîsê ya bi ser navçeya Têlî ya Mûşê ve di 3’yê Cotmeha 1993’yan de leşkeran avêtibû ser malan û agir berdabû malan. Ji heman malbatê 9 kes di malekî de hatin şewitandin û qetilkirin. Têkildarî vê hovîtiya li ser gund, doz hatibû vekirin. Dadgeha Bilind biryara dozê xera kir û Doza Vartînîsê ji nû ve tê lidarxistin. Danişîna 13’emîn a Doza Vartînîsê li 1’meîn Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê hat lidarxistin. Ferdên malbatê, parêzer û li ser navê Navenda Hafizayê Ozan Devrîm Yay ê Akademîsyenê Aştiyê dozê şopandin. 
 
Parêzerê dozê Fuat Ozgul ji Dadgeha Mûşê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û destnîşan kir ku doz dê di meha cotmehê de demboriya wê tije bibe û sûcên ku bersûc Bulent Karaoglû li herêmê kiriye bi bîr xist û xwest hin lêgerînek bi bandortir bê kirin. 
 
Piştî beyanên parêzer, şandeya dadgehê bi hêceta ku bersûcê dozê yê firar Bulent Karaoglû nayê girtin danişînek din taloqî 2’yê gulanê kir.