Gelê li Goristana Mehabadê kom bû banga mezinkirina berxwedanê kir

img
WAN - Gel û xizmên ser gorên di êrişên rejîmê de jiyana xwe ji dest dan kom bûn û bi dirûşmeya “Jin jiyan, azadî” banga mezinkirina berxwedanê kirin. 
 
Li bajarên Îran û Rojhilat di pêşengtiya jinan de çalakî didomin. Tevî hemû êrişên rejîmê gel ê kolanan na terikîne, bi lêv dikin ku heta şoreş pêk were wê li ber xwe bidin. Ciwanên ku di çalakiyên li dijî rejîmê de jiyana xwe ji dest dan û li Goristana Mehabad hatibûn veşartin, hatin bibîranîn. Gel û xizmên kesên ku di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dan li goristanê kom bûn û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Ji dîktator re mirin” hatin berzkirin. Malbatan li ser gora zarokên xwe soza berxwedanê dan û bang li hemû civakê kir. 
 
ZANÎNGEHA HARVARDÊ XELAT DA ROJNAMEVANAN 
 
Li aliyê din “Xelata Wijdan û Durustiyê ya Louis M. Lyons a di Rojnamevaniyê de” ku ji aliyê Weqfa Rojnamevaniyê ya Nieman ve dihate dayîn, îsal ji Niloufer Hamidi û Elaha Mohammedi ku ji ber qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên rejîmê ve derxistin holê hatin girtin re hate dayîn.