Mehmet Latîfecî hate bibîranîn: Pireke di navbera gelên kurd û ereb de bû

img
HATAY - Mehmet Latîfecî ku dema Serokê DEP’ê yê Samandagê bû hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bibîranîn.  
 
Mehmet Latîfecî ku dema Serokê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Samandag a Hatayê bû di sala 1995’an de dema bi bavê xwe re di encama kemînekê hate qetilkirin. Latîfecî di salvegera 28’emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Taxa Sûtaşi ya Samandagê hate bibîranîn. Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Seroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, endamên Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. 
 
Welatiyan posterê Latîfecî yê mezin vekirin û bi dirûşmeyên “Mehmet Latîfecî nemire” û “Bijî şoreş û sosyalizm” li goristanê meşek li dar xistin. 
 
TÊKOŞÎNA XWIŞK Û BIRATIYA GELAN 
 
Seroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce ya di bîranîna bi rêzgirtinê dest pê kir de axivî hem kesên di Kizildereyê de hatin qetilkirin hem jî Latîfecî bi bîr anî. Yuce anî ziman ku Latîfecî ji aliyê hêzên kontra ve hate qetilkirin û bi lêv kir ku di têkoşîna xwişk û biratiya gelên kurd û ereban de di refên herî pêş de cih digirt. Yuce, diyar kir ku wê têkoşîna Latîfecî bidomînin û wiha got: “Li Hatayê em ê têkoşîna gelan a aştî, biratî, wekhevî û azadiyê bidomînin. Li hemberî vê felakete em ê jiyanê ji nû ve ava bikin.”
 
Endamê MYK’a SODAP’ê Orhan Kok jî wiha got: “Li ser axa Mehmet Latîfecî hilweşîneke mezin pêk hat dibe ku em nikarin afetan asteng bikin lê şûna astengkirina mirinan gelê me bi bêçaretiyê re rû bi rû hate hiştin. Refleksa piştevaniyê ya sosyalîstan pêş ve bir ya ku ji Latîfeciyan hatiye wergirtine. Bi tiştên em ji wan hîn bûn li ser vê axê jiyanê ji nû ve ava dikin. Hevrê Latîfecî rêberekî şoreşger ku hewl dida pira di navbera gelên kurd û erebên elewî de ava bike. Çayan û Latîfecî wê her tim bijîn.”
 
‘BERIYA 28 SALAN MEŞALEYEK VÊXIST’
 
Hevserokê HDP’a Bajêr Kerem Nalbant jî diyar kir ku Latîfecî bi armanca daxwazên xwe têdikoşiya û wiha got: “Beriya 28 salan ji me re meşaleryek vêxist, daxwazên ku Latîfecî ji bo wan têdikoşiya nêzî ku pêk bênin. Heta ku ev mîrateya te ji me re hişt pêk were têkoşîna me dê bidome.”
 
Bîranîn bi danîna qurnefîlan a li ser gorê bi dawî bû. 
 
Li aliyê din endamên Partiya Azadî ya Civakî (TOP) jî meş li dar xistin û li ser gorê Latîfecî bi bîr anîn.