Cenazeyê 3 endamên HPG’ê hatin veşartin

img
MÊRDÎN - Cenazeyê 3 endamên HPG’ê ku rojên derbasbûyî li Çiyayê Bagokê di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn, li goristana bêkesan hatin veşartin. 
 
Li bejahiya Çiyayê Bagokê yê li Nisêbîna Mêrdînê, di 9’ê adarê de operasyoneke leşkerî hatibû destpêkirin. Di 11’ê adarê dema operasyon berdewam dikir de 3 kesên ku hate diyarkirin endamên HPG’ê ne di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên endamên HPG’ê rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê û nasnameyên wan nehatin tespîtkirin. Hate hînbûn ku 2 ji wan kesên jiyana xwe ji dest dane zilam in û yek jî jin e. Ji ber nasnameyên wan nehatin aşkerekirin, cenaze li goristana Bêkesan a Kamorê ya li navçeya Artûklûyê hatin veşartin. 
 
Hejmara cenazeyên ku li goristana bêkesan a Artûklûyê hatin veşartin derket 55’an.