Prz. Akîpa: Bila bi Ocalan re hevdîtin bê kirin

  • rojane
  • 10:40 1 Tîrmeh 2022
  • |
img
AMED - Yek ji 775 parêzerên îmzekar Sûzan Akîpa diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan tê sepandin li dijî hiqûqê ye û bi lêv kir ku Ocalan mifteya aştiya civakî ye, ji ber vê yekê divê bi Îmraliyê re hevdîtin bên kirin. 
 
Parêzer bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve, bi girtiyên din Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar re jî ji Adara 2015’an ve nikarin tu hevdîtinan bikin. Li dijî qedexeya hevdîtina parêzeran a bi ser Ocalan re xistin dewreyê, 775 parêzerên girêdayî 29 baroyan hefteyên derbasbûyî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Lê bele ji bo serlêdanên di 10’ê Hezîranê de hatin kirin, tu veger çênebûye. Yek ji parêzerên îmzekar rêvebera Şaxa OHD’ê ya Amedê Sûzan Akîpa, têkildarî tecrîda Îmraliyê axivî. 
 
‘GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ DERHIQÛQÊ YE’
 
Akîpa, ku Girtîgeha Îmraliyê weke “derhiqûqî” penase kir, gotina yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Faîk Erol a têkildarî Girtîgeha Îmraliyê ya “Yekane têkiliya hiqûqê ya bi Îmraliyê re, tenê ew e ku hiqûq li wir hatiye rawestandin, Îmrali derhiqûqî ye” bi bîr xist û wiha got: “Ev penasekirin heqîqetekê kurt û kurmancî tîne ziman. Em têkildarî Girtîgeha Girava Îmraliyê çi bejin jî divê em ji derhiqûqiya li wir dest pê bikin.”
 
‘MIROV BÊJE BINPÊKIRIN KÊM DIMÎNE’
 
Akîpa, bal kişand ku tecrîda di kesayeta birêz Ocalan de tê sepandin li dijî rêgezên hiqûqa gerdûnî ye û wiha berdewam kir: “Weke ku jin, ciwan, rayagiştî ya demokratik, kesên ji azadî, aştî û edaletê bawer dikin û têkoşîna vê didin tînin ziman polîtîkayên tecrîdê ku di kesayeta Ocalan de tên pêkanîn, binpêkirina rêgezên hiqûqa gerdûnî ye. Lê mirov bêje binpêkirin kêm dimîne. Ji ber ku gotina binpêkirina tiştekî neyî hinek kêm e. Li wê derê hiqûq nîne. Girîng e ku bi vê qebûlkirinê dest pê bike û her carê di vê de israr bike.”
 
‘AVAKIRINA ÎMRALIYÊ…’
 
Akîpa, da zanîn ku ne avakirina fîzîkî ne jî ya rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê tu caran nexistine çarçoveya hiqûqa gerdûnî û wiha pê de çû: “Gotinên derbarê Îmraliyê de bên gotin di vê ji vir dest pê bikin. Rêveberiya girtîgehê, nehiştina ku Ocalan bi malbat, wasî û parêzerên xwe re hevdîtinê bike, pêşî girtina tora ragihandin û agahdarkirinê, qedexeya ji hewa, bejahî û avê bi temamî dibin binpêkirinên hiqûqî yên ku li wir hene û nayên sepandin. Ev yek ji ber ku herêm ji aliyê hikumetê ve weke herêma bêhiqûqî hatiye ragihandin e. 
 
‘TECRÎDA LI SER OCALAN ÇAVKANIYA ZEXTAN E’
 
Akîpa, bi lêv kir ku pêkanînên dijhiqûqî yên li dijî Ocalan, ji helwesta siyasî ya Ocalan ne serbixwe ne. Akîpa da xuyakirin ku jin, ciwan û beşeke mezin a civakê hem bi hêza xwe ya fikir, felsefe û aştiyê hem jî bi projeyên xwe yên civakî Rêberê PKK’ê Ocalan weke hêzeke mezin a demokrasiyê dibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê wateyê de ev hemû pêkanînên nehiqûqî yên di şexsê Abdullah Ocalan de tên kirin, di civakê de jî li ser gelan, jinan, yên mafên xwe yên demokratîk îfade dikin, yên edalet û aştiyê dixwazin, tên sepandin, Divê ev hemû pêkanînên nehiqûqî yên li Girtîgeha Girava Îmraliyê tên kirin, weke koka zext û krîza li her qada civakî tê jiyîn, bên nirxandin.”
 
‘DAXWAZÊN ÎMRALIYÊ BILIND DIBIN’
 
Akîpa, bal kişand ku tevî van zext û bêhiqûqiyan jî tu caran daxwazên aştî û demokrasiyê pêk nehatin û wiha domand: “Ji bo bêhiqûqiya li Îmraliyê ji holê bê rakirin daxwaz tên bilindkirin. Em weke OHD van daxwazan dubare dikin. Piştî ku ev çend sal in bi tu awayî destûr nayê dayîn ku Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, me bi 775 parêzerên ji 29 Baroyan ji bo ku bi Ocalan re hevdîtinê bike me serlêdan kir û daxwazên xwe dubare kirin û gotin, '’Divê rêyên diçin Îmraliyê werin vekirin û edaleta civakî were pêkanîn.”
 
‘OCALAN DI ASTA MIFTEYA AŞTIYÊ DE YE’
 
Akîpa, têkildarî mijara ku tu bersiv ji serlêdana wan re nehatiye dayin jî wiha got: “Ocalan bi xwe mifteyeke mezin a aştiyê ye. Ocalan, îro di nava beşên mezin ên ji demokrasî û edaletê bawer dikin de aktorekî mezin ê aştiyê ye. Ya ku li Îmraliyê tê kirin, hewldana bêdengkirina dengê aktorê aştiyê ye; Ji ber vê yekê, em dikarin weke girtina bi temamî ya rêya aştiya civakî bibînin.”
 
 ‘DENG BIDIN BANGÊN TÊN KIRIN’
 
Akîpa, destnîşan kir ku weke parêzerên OHD’î divê li daxwazên wan ên ‘Bila bi Ocalan re hevdîtin bê kirin’ bên guhdarkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Elbet yek ji mijarên ku di çarçoveya hiqûqî de heta dawiyê têkoşîna wê bidin meşandin, dijhiqûqiya li Girtîgeha Girava Îmraliyê ye. Yek ji deriyên bingehîn e ku em ê hem li hiqûqa navxweyî hem jî li hiqûqa gerdûnî zehmetiyê bikişînin. Em wekî 775 parêzerên ku gotin ‘Em dixwazin li Îmraliyê bi Abdûllah Ocalan re hevdîtin bê kirin’ em daxwaz dikin ku raya giştî ya demokratik, baroyan û mehmû beşên ji hiqûqa gerdûnî bawer dikin guhê xwe bidin vê bangê. Bêhiqûqiya li Îmraliyê tê ferzkirin her ku diçe li ser civakê jî belav dibe û kûr dibe. Li dijî vê yekê em dixwazin ku guh bidin hemû van daxwaz û dengan, em bi hev re vê têkoşînê bilind bikin û bi baweriya yek dengê em ê derbixin re dixwazin ev daxwazên me bên bersivandin.”
 
MA / Eylem Akdag