Ji bo her kesî serbest e, ji bo malbatên girtiyan qedexe ye

  • rojane
  • 09:04 1 Tîrmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Cemîle Karakaş ku di dema Nobeda Edaletê de 6 caran bi lêdanê hatiye binçavkirin, diyar kir ku li Edliyeya Çaglayanê ji bo her kesî destûr heye ku daxuyaniyê bidin, lê tenê ji bo wan qedexe ye û got: "Çiqasî îşkence dikin bila bikin lê em ê dest ji zarokên xwe û têkoşînê bernedin." 
 
Nobeda Edaletê ya Stenbolê ya ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin hat destpêkirin, tevî hemû îşkence, çewisandin û binçavkirinan jî ket hefteya xwe ya 15'emîn. Malbatên ku her pêncşem gava tên ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê ji aliyê polîsan ve tên dorpêçkirin, ji bo xizmên xwe yên girtî bi biryardarî têdikoşin. 
 
Li ber edliyeyê ji bo daxuyaniyê destûra gelek kes û derdoran tê dayîn, lê destûra malbatên girtiyan nayê dayîn. Polîs biryara qedexekirinê ya Qeymeqamtiya Kagithaneyê wekî hincet nîşan didin û nahêlin xizmên girtiyan daxuyaniyê bidin. 
 
Cemîle Karakaş, dayika Xemgîn Karakaş ê di Girtîgeha Afyon a Tîpa T'yê de bi tena serê xwe di hucreyê de ye, got: "Çiqasî îşkence dikin bila bikin lê em ê dest ji çalakiya xwe bernedin." 
 
Karakaş bibîr xist ku ji bo tecrîd û îşkenceya li ser zarokên wan bi dawî bibe her kefte roja pêncşemê diçin ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê û got li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê têdikoşin. 
 
ÎŞKENCE
 
Karakaş bi lêv kir ku di dema çalakiyê de gava behsa greva birçîbûnê kiriye polîsan devê wê girtine û got: "Li me dixin, me bi erdê ve kaş dikin. Canê min pir diêşiya. Ez bi melhema, dermanan li ser pêya me. Di wesayîta binçavkirinê de jî pir li me xistin. Pirî caran em ji ser hişê xwe diçin. Ji me re dibêjin, 'Ev der qedexe ye, em destûrê nadin. Serî li dozgeriyê bidin.' Lê em serî li dozgeriyê bidin çi ye. Jixwe yê ev ceza li zarokên me biriye dozger e. Ger mirov bûna û biedalet bûna, ger Wezareta Dadê em bidîta û dengê me bibihîstana dê ev ceza li zarokên me nebiriyana. Zarokên me tu tişt nekirine, bê sûc û guneh in." 
 
MALBAT JÎ TÊN CEZAKIRIN 
 
Karakaş diyar kir ku ji bo tendê girtiyan bê tepisandin çalakiya wan bi êrişan re rû bi rû dimîne û wiha domand: "Dema hevdîtina bi telefonê kirine 10 deqe. Di 10 deqeyan de ne dengê wan tê me ne jî yê me diçe wan. Mala min li Stenbolê ye, lê kurê min birine Afyonê. Bi vî awayî hem maddî hem jî manewî eziyetê bi malbatan didin kişandin." 
 
6 CARAN HATIYE BINÇAVKIRIN
 
Karakaş destnîşan kir ku li Edliyeya Çaglayanê ji bo daxuyaniyê destûra her kesî tê dayîn, lê tenê ji bo wan nayê dayin. Karakaş ragihand ku piştî ku di 24'ê adara 2022'yan de çalakiya xwe li ber Edliyeya Stenbolê domandine ji wê çaxê heya niha 6 caran hatiye binçavkirin û got: "Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Ger em nebin dengê wan dê her tiştî bi wan bikin. Em ketine tera tenduristiya zarokên xwe. Em vê zilmê qebûl nakin." 
 
Karakaş bang li desthilatdarê û Wezareta Dadê kir û wiha axivî: "Qey dengê dayikan naçe wan? Qey dê û bavên wan, xwişk û birayên wan tune ne? Em ew qasî diqîrin. Qey ev qîrîna me naçe kesî? Ez bang li Wezîrê Dadê, dozgeran, dadgeran, parêzeran û Ewropayê dikim. Ew çi qasî îşkenceyê me bikin, ew çi qasî tahdeyê li me bikin jî em dest ji zarokên xwe bernadin. Ha zarokê min ha yê din, ferq nake. Ez hem ji bo kurê xwe hem jî ji bo hevalên wî dest ji vê têkoşînê bernadim. Heya cîhanê dengê me bibihîse ez ê her pêncşem biçin ber wî deriyî." 
 
BANG LI XIZMÊN GIRTIYAN KIRIN
 
Karakaş bang li malbatên hemû girtiyan kir û di dawiya axaftina xwe de got: "Em zarokên xwe ji vê îşkenceyê xelas bikin. Bila hem zilma li ser wan hem jî ya li ser me bi dawî bibe. Ez her cara diçim Afyonê hem maddî hem jî manewî eziyetê dikişînim. Ev zilm e. Qesra Edaletê li wir e. Ya li me tê kirin îşkence û zilm e. Jixwe her hefte îşkenceyê dikin. Laşê min mor dikin. Nenûkên wan di canê me radibin. Em mil bidin milê hev du û zarokên xwe ji vê îşkenceyê xelas bikin. Bêdeng nebin."