ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2022'YAN

  • rojane
  • 09:00 1 Tîrmeh 2022
  • |
img
* Yek ji 775 parêzerên îmzekar Sûzan Akîpa diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan tê sepandin li dijî hiqûqê ye û bi lêv kir ku Ocalan mifteya aştiya civakî ye, ji ber vê yekê divê bi Îmraliyê re hevdîtin bên kirin. 
 
* Parêzer Sabahattîn Kaya ji bo cezayê ku li muwekîlê wî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Bekir Kaya hatiye birîn destnîşan kir ku di dosyeyê de tu delîleke berbiçav tune ye û got, tenê îfadeyên "şahidên veşarî" esas hatine girtin. 
 
* Hevberdevka HDP'ê ya Herêma Behrareş Nûray Bedîrkûrûm destnîşan kir ku dê gelek kes ji Behrareş tevli kongreyê bibin û got, beşdarbûna gelê Behrareş di heman demê de dê bê wateya têkoşîna li dijî talankirin û kedxwariya li herêmê jî.
 
* Cemîle Karakaş ku di dema Nobeda Edaletê de 6 caran hatiye derbkirin û binçavkiri, diyar kir ku li Edliyeya Çaglayanê ji bo her kesî destûr heye ku daxuyaniyê bidin, lê tenê ji bo wan qedexe ye û got: "Çi qasî îşkence dikin bila bikin lê em ê dest ji zarokên xwe û têkoşînê bernedin." 
 
* Meclisa Ciwanan a HDP'ê, dê tûrnûvaya fûtbolê ya îsal ji bo bîranîna Kemal Kûrkût li dar bixe. 
 
* Rojnamevan Tûgrûl Eryilmaz diyar kir ku qanûna "sansurê" civakê hedef digire û got, gotina "derewnûçe" jî dê wekî "derewnûçeyekê" esas bê girtin û bê cezakirin. 
 
* Du salên dawî de skêçên bernameya Hinek Henek mohra xwe li mîzaha kurdî dan. Skêçên Hinek Henek gelek ji wan li ser mijarên aktuel in. Nivîskarên dildar ên skêçên Hinek Henekê anîn ziman ku qedexeyên çalakiyên hunerî wê negihîjin armanca xwe û gotin: "Hunera kurdî xwe digihîne her derê."
 
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 480’emîn de berdewam bike. 
 
* Danişîna 14'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)
 
* Têkildarî Peymana Stenbolê dê li Amed û Enqereyê meş û daxuyanî bên lidarxistin. (18.30-19.00)