Girtîgeh veguherandin zanîngehê

  • rojane
  • 09:01 20 Çile 2022
  • |
img
STENBOL - Azîz Mahmût Koç ku 14 salan di girtîgehê de ma, diyar kir ku tevî hemû zext û zoriyan jî bîr û bawerî hilberandine û got: "Me girtîgeh veguherand zanîngehê." 
 
Di sala 1993'yan de mala Azîz Mahmût Koç a li gundê Hola yê Bismilê ji aliyê eskeran ve bi hinceta aliyê PKK'ê kirine hatiye bombebarankirin. Malbata Koç, wê şevê ne li mal bûye û ji mirinê xelas bûye. Piştî vê malbat bar kiriye çûye Amedê. Lê li vira jî ji zext û zoriyan xelas nebûye û vê carê di sala 1997'an de bar kiriye çûye Stenbolê. 
 
Malbata Koç, li Stenbolê jî ji zext û zoriyên dewletê xelas nebûye. Di 12'ê Adara 2008'an de polîs avêtine ser malê. Di avêtina ser malê de Azîz Mahmût Koç tevî bavê xwe û birayê xwe hatiye binçavkirin. Paşê êrişeke bombeyî ya li Stenbolê xistine stuyê Koç û bi ser de jî bi "endamtiya rêxistinê" û "li kargehê peydakirina çekê" ew tawanbar kirine. Koç tevî 5 kesan 2 salan hatiye darizandin. Bavê wî û birayê wî beraet kirine, lê li wî û 3 hevalên wî jî 19 sal ceza birîne.
 
SIRGÛN
 
Koç ku di 14 salên xwe yên girtîgehê de li girtîgeha Bayrampaşaya Stenbolê, Edîrne, Tekirdagê û gelek girtîgehên din maye, ji ber ku li ber zext û zoriyan rabûye sewqî girtîgehine din jî hatiye kirin. Koç ku ewilî di Girtîgeha Bayrampaşayê de maye, paşê sirgûnî Edîrneyê û ji wir jî Tekirdagê hatiye kirin. Koç, di girtîgehê de bi îşkenceya fizîkî û derûnî re rû bi rû maye. 
 
TÎMA ÎŞKENCEYÊ
 
Li Girtîgeha Tekirdagê bi TÎM'a ku ji aliyê gardiyaneke jin ve hatiye amadekirin her roj bi ser qawîşan de hatiye girtin û di van van serdegirtinan de Koç û girtiyên din hatine îşkencekirin. Koç, paşê ji vira sirgûnî MEtrîsê, Kandirayê û Bandormayê hatiye kirin. Koç, piştî 14 salan mehe berê bi şert hatiye berdan. 
 
Koç, çîroka têkoşîna xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re got. 
 
‘EZ FERDÊ GELEKÎ QEDÎM IM'
 
Koç, anî ziman ku ji ber zext û zoriyên li ser malbata wî tim di nava lêgerînekê de bûye û xwe daye ber lêpirsînekê ku ew "kî" ye. Koç, destnîşan kir ku her wiha ji ber zextan tim ji xwe pirsiye "Ma me çi kiriye ku ew qas tahdeyê li me dikin?" Koç, bilêv kir ku bersiva vê prisê "kurdbûn"a wan e. Koç, diyar kir ku piştî vê hêdî hêdî gelê kurd nas kiriye û got: "Ez kurd im û ferdê gelekî qedîm im. Gelekîe w qas qedîm ku tevkariya cîhanê û mirovahiyê kiriye çima di şert û mercên wiha de dijî? Sedema vê hovîtiyê çi ye? Min ev dan ber lêprisînê." 
 
ŞERÊ TAYBET
 
Koç, behsa mekanîzmaya li girtîgehê û tiştên bûne şahidê wê kirin: "Ji îşkenceya fizîkî û zextan wêdetir, îşkenceya derûnî zêdetir bû. Beriya ehr tiştî dixwestin te teslîm bigirin. Polîtîkayek wisa li benda te bû. Bi kurt û kurmancî şerekî taybet li dar bû û dihat kirin. Şerekî wisa taybet e ku nav jî lê nehatiye kirin. Li gor her girtiyekî polîtîkayek pêk dianîn. Bi taybetî jî berê xwe didan kesên nexweş an jî li gor wan qels. Tew car carinan pêwendî bi malbatên wan re jî datanîn û dixwestin wan ji nav me derxin bibin qawîşine din. Tu li girtîgehê bi awayekî fizîkî xwe diparêzî, lê ger tu bîr û baweriyekê li xwe bar nekî, bi ser te de tên." 
 
Koç, diyar kir ku di girtîgehê de xwe bi vî awayî daye ber lêpirsînê: "Em kî ne, armanca me çi ye?" 
 
Koç got: "Min xwe li girtîgehê nas kir. Ji lew re me girtîgeh veguherand zanîngehê. Me li dijî hemû şert û mercan û zehmetiyan bîr û baweriyek hilberand û ev hînî me hat kirin. Me bi vê pêvajoya hînbûnê re ev polîtîka pûç kirin. Belê, zor û zehmtiyên girtîgehê hene. Malbat jî dibe ku ji ber vê bi gilî û gazinc bin. Lê bîr û baweriya li girtîgehê, nîşanî te dide ku bê kî li hemberî te ye. Tu jî li gor wê tevdîrên xwe digirî. Hatina wan a bi ser te de çiq asî dijwar dibe bila bibe, parastina te jî li gor wê ew qasî xurt dibe." 
 
YEKÎTÎ
 
Koç, anî ziman ku dewlet malbat û civakê wekî tiliyên destan ji hev dike. Koç, destnîşan kir ku her tiliyek peywirek wê heye û dewlet ji bo erka wî destî pûç bike polîtîkayên xwe li gor wê dike. Koç, bilêv kir ku bi vî awayî peyama "tu bi tena serê xwe yî, kesî te tune ye" tê dayîn û got: "Belê her tiliyek peywirek xwe heye. Lê gava ev tilî bi hev re bin û bên girtin hêzeke hevpar dertê holê." 
 
DAR ŞÎN BÛ
 
Koç, destnîşan kir ku wekî salên 1980'yî teslîmiyet li wan hatiye ferzkirin, lê wan serî li ber vê netewandiye. Koç, bilêv kir ku ew kur malovaniya dîrokê kirine û got: "Îro gava em li hilberîneriya warê kurdan mêze dikin, em dibînin ku li tu devera cîhanê tiştekî wiha tune ye. Ger em mînaka darê bidin, dê baştir be. Kokên darekê dû kûr de ne. Tu çi qasî şaxên wê jê bikî jî dîsa şîn tê. Niha em dibînin ku ew dar şîn tê. Dibe ku pelên xwe biweşîne, lê şaxên wê stûrtir dibin û mezintir dibe. Di vir de ne têkçûyîn, serketin heye." 
 
HÎNBÛN AZADÎ YE
 
Koç, diyar kir ku bi xwendinên xwe yên li girtîgehê Amerîkaya Latîn, Vîetnam, Kamboçya, Rûsya, Arnavûtlûk, Kurdistan û cîhanê nas kiriye û got: "Tu li girtîgehê mirovan nas dikî. Tu der namîne tu lê nagerî. Li vira tu bi hînbûnê azad dibî. Lê gava tu li derve dinêrî, tu pir nabînî. Tenê çend televîzyonên pergalê hene. Tu rastiyê nabînî. Jixwe armanca wan jî her tiştî manîpule bikin. Şerekî taybet dikin. Lewma beriya xwe tu dibêjî ez ê li derve karibim çi bikim. Ji lew re derve bi dezerformasyonek pir mezin re rû bi rû dimîne. Lewma tu xwe datînî cihekî û vê carê li ser derve hûr dibî. Yanî tu dibêjî gava ez derkevim ez ê karibim çi bikim." 
 
HÊLEK WÎ DI HUNDIR DE MA
 
Koç, destnîşan kir ku gava hatiye berdan ewilî hisa "perçeyek min li hundir ma" lê peyda bûye û got: "Gava ez hatim binçavkirin û girtin, perçeyek min li derve bû, lê niha jî perçeyek min li hundir e. Gava ez nû hatim berdan tişta ku min ewilî his kir ev bû."
 
'DIVÊ BÊDENGÎ BI DAWÎ BIBE'
 
Koç, diyar kir ku girêdana girtiyan a bi gel re tenê ne di gotinê de bi bilêv û tevgerê jî pir xurt e û got: "Gel jî divê vê yekê bibîne. Ji lew re bê berjewendî bi salan di girtîgehan de li ber xwe didin. Her yek ji wan perçeyekî ji xwe dide. Di mehekê de 7 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Êdî divê gel dev ji vê bêdengiyê berde. Heya gel ranebe ser pêyan, heya dayik bi tilîliyên xwe ranebin dê ji girtîgehan cenazeyên me derkevin." 
 
ZEXT DIDOMIN
 
Koç, çavêdiriyên xwe yên piştî derketina ji girtîgehê jî parve kirin û di dawiya axftina xwe de ev tişt gotin: "Zext û zilma li ser gelê kurd didome. Ev zext duh qebe bû. Bi awayekî eşkere dikuşştin û dişewitandin. Lê niha bi polîtîkayeke xasûk dikin. Mêjî şolî dikin. Hê jî dev ji zext û zoriyên hişt nehatiye berdan. Ji çapemeniya wan bigire heya bi mîtîngên xwe hewl didin mêjiyê mirovan şolî bikin. Ev bi awayekî fizkî nakin. Ger wisa bikin dê liberrabûn jî wisa be. Axirê mirin jî tê de hebe tu yê li ber xwe bidî. Lê min di vî 14 salî de ev tişt ferq kir; êdî tu bi her awayî di bin bombebaranê de yî. Lewma gava tiştekî bibêjin divê tu 10 caran li ser bifikirî." 
 
MA/ Mehmet Aslan - Enes Sezgîn