Danişîna rojnameger Durket Suren hat taloqkirin

  • rojane
  • 11:31 20 Îlon 2021
  • |
img
AMED - Danişîna doza derbarê rojnameger Durket Suren de hatibû vekirin, hat taloqkirin. 
 
Rojnameger Durket Suren ji ber parvekerinên xwe yên Twitterê û belavkirina rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat, bi îdîaya “Bi daxwaza xwe alîkarî daye rêxistinê û propagandaya rêxistinê kiriye" doz lê hatibû vekirin. 7'emîn danişîna doza Suren  li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzerên Suren Resul Temur û Yusuf Erdogan tevlî danişînê bûn. 
 
Dozger xwest mijarên kêm ên di dosyayê de bên temamkirin. Şandeya dadgehê jî, biryar da ku li benda rapora ji Miduriyeta Polîsan a Amedê xwestiye bimînin û danişîn taloqî 13'ê Kanûnê kir.