Endamê Meclîsa HDP’ê Dûrdû giliyê Yenî Şafakê kir

img
WAN - Endamê Meclîsa HDP’ê Yûnûs Dûrdû, giliyê rojnameya Yenî Şafakê ya têkildarî wî de nûçeya bi serenavê “Di wesayîta wekîl de hatibû girtin: Endamê Meclîsa HDP’ê PKK’î derket” servîs kiribû kir. 
 
Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Yûnûs Dûrdû, giliyê rojnameya medya hawiz Yenî Şafakê ya têkildarî wî de di 28’ê tîrmehê de nûçeya bi serenavê “Di wesayîta wekîl de hatibû girtin: Endamê Meclîsa HDP’ê PKK’î derket” servîs kiribû kir. Parêzera Dûrgût Ekîn Yeter, derbarê rojnameyê de bi sûcdariyên “Heqaret” , “Bêbextî” , “Teşebûsa teşwîqkirina gel a neyartiyê” û “Teşebûsa bandora ser darizandina adil” bi daxwaznameyekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da. 
 
Yeter, di daxwaznameyê de bi bîr xist ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê derbarê Dûrdû de lêpirsîn dabû destpêkirin, di çarçoveya vê lêpirsînê de hatibû girtin û wiha got: “Di çarçoveya darizandinê de ji ber delîlên şênber nehatin dîtin muwekîlê min hatibû berdan. Lê ligel hemû rewşên hiqûqî jî xebatkarên rojnameya Yenî Şafakê rastî berovajî kirin li dijî exlaka çapemeniyê bêyî destûra muwekîlê min wêneyê wî bikaranî, hedef nîşan da û dosyaya jê tê darizandin kiriye nûçe.”
 
ŞANTAJ DIKIN
 
Yeter, di berdewama daxwaznameyê de wiha got: “M.A.’yê ku Yenî Şafakê îfadeya wî ya emniyetê referans girt û muwekîlê min hedef nîşan da, di 5’ê cotmeha 2020’an de çar rûpel îfade dabû dadgehê û dadgehê jî ev îfade esas girt û muwekîlê min berda. Lê ligel biryara dadgehê jî Yenî Şafakê bi gef û şantajê li ser îfadeya ewil a M.A. êrîşên ser muwekîlê min didomîne û rojnamevantiyeke çawa dike careke din nîşan da.”
 
Yeter, di encama daxwaznameyê de xwest ku derbarê rojnameyê de doza cemaweriyê were vekirin û rojname were cezakirin.