Ji bo Şengalê 5 deqe jiyan rawestiya

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser banga Rêvberiya Xweser a Şengalê, di 7'emîn salvegera Komkujiya Şengalê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 5 deqe jiyan rawestiya. 
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo 7'emîn salvegera Komkujiya Şengalê ji bo 5 deqeyan jiyan hat rawestandin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga hesab ji berpirsên komkujiye bê pirsîn kir û ev tişt got: "Serkeftina QSD'ê ya di 23'ê adara 2019'an de parçeyeke tolhildana kesên ku di êrişa DAIŞ'ê şehîd bûneye." Rêveberiya Xweser, destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de li tevahiya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi qasî 5 deqeyan jiyan hatiye rawestandin û bang dike ku ji bo nasîna Rêveberiya Xweser a Şengalê ya di qada navneteweyî de piştgiriya civaka êzidî bê kirin.
 
Rêveberiya Xweser a Şengalê, ji ber salvegera komkujiyê bang kiribû ku saet di navbera 10.00-10:05’an de jiyan bê rawestandin.