Nûçeya ‘Li Buyukadayê binçavkirina sabotajê’ derew derket

img
STENBOL - Berna Sogut û Gulnîhal Koç ên medya desthilatê bi nûçeya bi serenavê ‘Li Buyukadayê binçavkirina sabotajê’ servîs kirin hedef nîşandan, diyar kirin ku nûçe bi temamî derew e û bi lêv kirin ku li ser şewatan rojeveke provakatîf tê avakirin.
 
Nûçeya ku medya sereke di 31’ê tîrmehê de bi serenavê “Li Adalar a Stenbolê 3 kes bi bîdonên benzînê hatin girtin, derket holê ku 2 ji wan endamên rêxistinê ne” servîs kir, derew derket. Berna Sogut, Gulnîhal Koç û Micheal D. ên di 29’ê tîrmehê de çûn Buyukadayê, li cihê ku kon vedan ji bo hênik bibin ketin behrê. Di vê navberê de Micheal D. ya di behrê de bermahiyeke bîdonekî rûn ji behrê derxist. Micheal, dema bîdon bir avêt konteynira çopê, li ser gilîkirina du jinên ew dîtin, hat binçavkirin. 
 
Sogut, Koç û D. yên polîsan birin qereqolê, piştî kirariyên îfadeyan hatin berdan. Lê gelek rojname û saziyên weşanê yên weke Aykiri.com.tr, Sozcu, Hurriyet û Aydinlikê derbarê mijarê de bi serenavê “Li Adalar a Stenbolê 3 kes bi bîdonên benzînê hatin girtin, derket holê ku 2 ji wan endamên rêxistinê ne” , “Li Buyukadayê binçavkirina sabotajê” servîs kirin. 
 
Sogut û Koç ên ji ajansa me re axivîn diyar kirin ku “nûçeya hevpar” a medya sereke bi temamî derew e.
 
FERZKIRINA LÊGERÎNA TAZÎ
 
Sogut, diyar kir ku li qerekola ku 7 saetan di bin çavan de man tundiya psikolojîk û lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û wiha got: “Em weke sûcdar hatin hilbijartin. Dema em di bin çavan de ji bo bidon lêkolîn bikin pispor hat qereqolê. Kesê pispor weke ‘di nava bîdonî de ne madeyê sotemeniyê rûn heye’ rapor amade kir. Lê polîsan bi israr bi gotina ‘bi awayekî naşewite’ xwestin bandorê li kesê pispor bikin.”
 
Sogut, da zanîn ku çavkaniya nûçeyên ku ew kirine hedef sîteya Aykiri.com.tr ye û wiha berdewam kir: “Çûyîna me ya Adayê û tiştên bi me re hemû di qeydên qemereyan de hene. Dema em hatin ev bîdonê ku behs dikin jî li cem me nîne. Kesê pispor diyar kir ku bîdonekî evqas mezin nakeve çenteyên me de jî. Wekî din ligel ku dozger got ‘berdin’ jî piştî çend saetan em hatin berdan. Hin saziyên weşanê dixwazin şewatên daristanan ên di rojevê de bikin stuyê hin kesan.”
 
WÊ GILIYÊ BIKE
 
Sogut, bi lêv kir ku wê derbarê sîteya ku nûçe derbas kir de bi parêzerê xwe re gilî bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ligel ku min bi saziya weşanê re qeyda sîcîl, girteka binçavkirinê parve kir jî nûçe ranekir. Di derewên xwe de israr kir. Dema em li vê dinerin dijminatiya li dijî kurdan dibînin. Sûc dihilberînin û ji kirina polîtîkayan re zemîn ava dikin.”
 
DERDÊ WAN PROVOKE KIRINE
 
Gulnîhal Koç jî diyar kir ku bîdonê di behrê de hin kesên din jî dît û wiha axivî: “Dîtina bîdonê behrê me ji polîsan re got lê paşguh kirin. Ji xwe çawa hatin cem me em weke sûcdar nîşandan. Ev jî têre nekir derbarê me de li medya xwe nûçeyên derew servîs kirin û hedef nîşandan. Sucdaran digerin. Hevaleke min ye kurd bû ya din jî biyanî bû ev têra wan dikir. Bi van sedeman em sûcdar nîşandan. Kesên cuda jî hedef hatin nîşandin. Bi awayekî provokatîf dixwazin rojevan ava bikin. Li Adayan jî ev yek rastî me hat.”
 
MA / Mehmet Aslan