Girtina Makbule Ozer hate protestokirin

  • jin
  • 14:19 24 Nîsan 2024
  • |
img
ÊLIH/SÊRT - Girtina Makbule Ozer (82) li Êlih û Sêrtê hate protestokirin. Di daxuyaniyan de hat xwestin ku tavilê were berdan. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Êlihê careke din girtina Makbule Ozer a 82 salî protesto kir. Têkildarî mijarê li Parka Yilmaz Guney daxuyanî hate dayîn û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê tev li bûn. 
 
Hevserokê DBP’a Navçeya Navendî Serhat Ayebe di daxuyaniyê de axivî û ji ewil êrişên li dijî Çapemeniya Azad şermezar kir. Bi domdarî Ayebe bal kişand ser girtina Makbule Ozer a 82 salî û wiha got: “Cezayê lê hatiye birîn û tiştên di pêvajoya ATK’ê de qewimîn, mînakên derhiqûqtiyê bûn. Makbule Ozer nikare bi tena serê xwe bijî lê tevî vê yekê jî saziyên dewletê gotin ‘dikare.’ Tu aliyekî hiqûqî yê vê raporê nîne. Divê Ozer tavilê were berdan.” 
 
SÊRT 
 
Bi heman mijarê li Sêrtê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya bajar jî daxuyanî hate dayîn. TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê, DBP û DEM Partî tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê DBP’a Navçeya Navendî Şernas Çelepkolu daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Ozer demildest were berdan.