Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin

  • jin
  • 09:29 24 Nîsan 2024
  • |
STENBOL - Jinên girtî ku bertek nîşanî lêgerîna li hundirê pêlavan dan, der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin. Parêzer a OHD'î Sezîn Ûçarê got ku ew ê gilî bikin. 
 
Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyên siyasî didomin. Ji ber rabûna li ber lêgerîna tazî, lêgerîna li hundirê dev û muayeneya bi awayekî kelemçekirî lêpirsînên dîsîplînê der barê girtiyan de tên destpêkirin. Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, di 28'ê Adarê de di dema hevdîtinê de lêgerîna li hundirê pêlavan li girtiyan hat ferzkirin. Girtiyên li ber vê rabûn, der barê wan de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin. 
 
Rêvebera Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Sezîn Ûçarê ragihand ku girtiyan biryara nederxistina pêlavan girtiye û banga hestyariyê li raya giştî kir. 
 
Ûçarê got: "Demeke berê li hemberî girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê êrişek çêbû. Di dema hevdîtina vekirî de, lêgerîna li hundirên pêlavan li muwekîlên me hat ferzkirin. Girtiyan jî bi dirûşmeyan bertek nîşanî vê da û gotin ku ew ê pêlavên xwe ji nigê xwe dernexin. Çimkî ev hem li dijî Destûra Bingehîn e hem jî li dijî peymanên navneteweyî ye ku Tirkiye jî alîgirekî wan e."
 
WÊ GILÎ BIKIN
 
Ûçarê bilêv kir ku piştî vê girtî wekî bertek pêxwas çûne cihê hevdîtinê û ji ber vê der barê wan de lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin û got: "Em pêvajoya hiqûqî ya li wir dişopînin. Her wiha em ê giliyê peywirdaran jî bikin." 
 
Ûçarê destnîşan kir ku li girtîgehan binpêkirinên li dijî rûmeta mirovahiyê pêk tên û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên ku girtî bi wan re rû  bi rû dimînin. 
 
PARÇEYEKE TECRÎDÊ YE
 
Ûçarê bibîr xist ku girtî çalakiya xwe ya di çarçoveya "Azadî ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareserî ji bo pirsgirêka kurd" didomînin û got ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan parçeyeke konsepta polîtîkayên tecrîdê ye. 
 
Ûçarê bang li raya giştî kir ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hestyar be û got ku divê her kes li dijî tecrîda li girtîgehan rabe.