Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir

  • jin
  • 11:23 19 Nîsan 2024
  • |
img
KONYA - Talha Ç. li navçeya Selçuklu ya Konyayê dapîra xwe Dudu Bahçecî qetil kir û Hasîbe E. jî birîndar kir. 
 
Kesê bi navê Talha Ç. li Taxa Mehmet Akîf a navçeya Selçuklu ya Konyayê êrişî dapîra xwe ya 84 salî Sahure Dudu Bahçecî û meta xwe Hasîbe E. kir. Li ser agahdarkirina cîranan, li cihê bûyerê polîs û komên tenduristiyê hatin sewqkirin. Sahure Dudu Bahçecî û keça wê Hasîbe E. ku ji gelek deverên laşê xwe birîndar bûbûn, piştî mudaxileya ewil rakirin nexweşxaneyê. Bahçecî, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
Talha Ç. jî hate binçavkirin û piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê, dê sewqî edliyeyê were kirin.