Debe yê jin neçarî fihûşê dikirin ji AKP’ê bû namzet

  • jin
  • 12:39 29 Adar 2024
  • |
img
RIHA - Hidir Debe yê di sala 2018’an de li Konbajarê Telhamut ê Serêkaniyê jin neçarî fihûşê dikirin, ji AKP’ê bû namzetê endamtiya Meclisa Şaredariyê yê Serêkaniyê. 
 
Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re 2 roj man û partiyên siyasî xebatên xwe yên li qadan zêde kirin. Namzetên şaredarî û endamtiya meclisên şaredariyan ên partiyên siyasî hêj jî tên nîqaşkirin. Balkêş e ku kesên ku navên wan di tacîz û destdirêjiya jin û zarokan de derbas bûne ji hêla AKP’ê û MHP’ê ve weke endam têne nîşandan. Ji van navan yek jî Hidir Debe ye. 
 
Hidir Debe yê ji AKP’ê bûye namzetê endamtiya Meclisa Şaredariya Serêkaniya Rihayê, dema ku di Konbajarê Telhamutê de peywirdar bû, jinên penaber neçarî fihuşê kiribû û ev yek bi nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) derketibû holê.
 
https://mezopotamyaajansi.net/kr/search/content/view/31645?page=1&key=07d508b72e06b92d927c0762cf078485
 
Jinên penaber ên di Konbajarê Telhamutê yê girêdayî Qeymeqamtiya Serêkaniyê de diman, ji bo pêdiviyên xwe yên sereke bi dest bixin, neçarî fihûşê hatibûn kirin û ev yek bi qeydên kamera û deng hatibû piştrastkirin. Yek ji navên jinan ji bo mamayên zarokan, şîr û pêdiviyên sereke neçarî fihûşê kiribû Hidir Dede bû. Hat zanîn ku tevî kirinên xwe Dede ji kar nehat dûrxistin, şûna wê di saziyeke Wêranşarê de hatibû peywirdarkirin. 
 
‘SÛC TÊN NORMALKIRIN’
 
Jinan bertek nîşanî namzet nîşandana zilamên ku navên wan di sûcên li dijî jin û zarokan de derbas bûne dan. Komeleya Jinan a Mala Jiyanê bertek nîşanî Hidir Debe û yên wekî wî ku di partiyên siyasî de cih digirin, dan. Komele berteka xwe wiha anî ziman: “Em vê ferasetê şermezar dikin. Em ê wek jin û rêxistinên jinan, li dijî vê ferasetê têkoşîna xwe bidomînin.”