Li Mûgla û Dîlokê du jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 10:20 29 Adar 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina bi navê Neşe G. li Muglayê ji hêla hevjînê xwe yê di qonaxa hevberdanê de bû ve hat qetilkirin. Li Dîlokê jî li ser rêbeja Dîlok-Belqisê cenazeyê jinekê hate dîtin. 
 
Jina bi navê Neşe G. ku li navçeya Ortaca ya Muglayê dijiya, rastî êrişa çekdarî ya hevjînê xwe Vedat G. hat ku di qonaxa hevberdanê de bûn. Neşe G. di êrişê de bi giranî birîndar bû û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Êrişkar Vedat G. ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Cenazeyê Neşe G. ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyê. 
 
DÎLOK 
 
Li ser rêbeja Dîlok-Belqisê jî cenazeyê jineke ku bi çekê hatiye kuştin û nasnameya wê nehat diyarkirin hat dîtin. Welatiyên ku li ser rêyê jineke li erdê dirêjkirî û bêtevger disekinî dîtin, agahî dan cendirmeyan. Li ser vê yekê komên tenduristiyê û cendirme li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Hat zanîn ku welatî bi çekê hatiye qetilkirin. 
 
Cenazeyê jina ku nasnameya wê nehat zanîn, ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.