Li Amedê tevgera jinan a kurd hate nîqaşkirin

  • jin
  • 16:51 18 Adar 2024
  • |
img
AMED - Navenda Bîrê bi serenavê “Duh û îroya tevgera jinên kurd û perspektîfên wê yên pêşerojê” panelek li dar xist. 
 
Navenda Bîrê civîna xwe ya yekemîn a aktîvîteya xwe ya bi serenavê “Di têkoşîna mafan de civînên navbera nifşan” bi serenavê “Duh û îroya tevgera jinên kurd û perspektîfên wê yên pêşerojê” li Şanoya Bajêr a Amedê pêk anî. Di panela ku bi moderatoriya Seroka Komeleya Wêje, Çand, Huner û Jin (KASED) Salîha Ayatayê hate pêkanîn de Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlen, Çaglar Demîrel û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fîgen Ektî weke axivêr cih girtin. 
 
Di panelê de mijara sereke ya nîqaşê, bû çarçoveya têkoşînên li qadên mafên jinan ên Amedê yên di navbera nifşan. Her wiha zextên li ser tevgera jinên Kurd û aktîvîteyên jinan ku ji demên berê heta niha hewl tê dayîn bên krîmînalîzekirin, hatin nîqaşkirin.
 
Di beşa duyemîn a civînan de panela bi navê “Bîra têkoşîna mafê bicihbûnê ya li Stenbolê” wê di 23’yê Adarê de li Stenbolê pêk were.