EDENE - Jinên ku li Edene û Antalyayê daketin qadan, peyam dan ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo cîhaneke bê îstîsmar, tundî û şer bidomînin.
Platforma Jinan a Edeneyê bi boneya8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşmey "Em ê cîhaneke wekhev, azad, adil, bê tundî û şer ava bikin" ji Pira Kasim Gulek heta Qada Ugur Mumcu meş pêk anî. Piştî meşê "Mîtînga Jinan a 8'ê Adarê" hat lidarxistin.
Di meşê de xwendekarên zanîngehê doza kampuseke biewle kirin. Jinan bertek nîşanî polîtîkayên rantxur yên li herêma erdhejê dan, bi hilgirtina wêneyên siyasetmedarên jin ên girtî yên li girtîgehê, daxwaza azadiyê kirin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Perîhan Koca û Gulistan Kiliç Koçyîgît, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê beşdarî korteja DEM’ê bûn û meşiyan. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyên ku beşdarî meşê bûn, girtiyên di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" de di greva birçîbûnê de silav kirin û bênavber dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindana", "Bê serok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. Dayikan xwest ku daxwazên girtiyan pêk bên.
Di mîtîngê de Yasemîn Goksû derket ser dikê. Jinan bertek nîşanî qedexeya li ser derketina ser dikê ya Koma Muzîkê ya Kolektîfa Rîtmên Azad a ku dihat plankirin derkevin ser dikê, dan. Endamên komê yên ku derketin ser dikê bertek nîşanî vê yekê dan û biryara qedexeyê wekî biryareke kêfî nirxandin. Di mîtîngê de ku bi rêzgirtinê destpê kir, Koçyîgît û Koca girseyê silav kirin û 8'ê Adarê pîroz kirin.
Metna hevpar a platformê ji aliyê Derya Çîçek Nar û Selma Çinkir ve hat xwendin. Derya Çîçek Narê bal kişand ser xeta rastgir a muhafazekar a ku jin û LGBTI+'yan hedef digire û got ku li Tirkiyeyê desthilatdariya AKP û MHP'ê ya Partiya Yenîden Refahê û HUDAPAR jî daxilî nava xwe kiriye, serê vê yekê dikişîne. Narê anî ziman ku piştî bidawîbûna Peymana Stenbolê bi qanûna bi hejmara 6284'an jî hedef hatiye girtin û wiha got: "Tu neyteke me ya ku em mafên xwe bi dest berdin tune ye."
JIN AŞTIYÊ DIXWAZIN
Çinkirê jî bertek nîşanî polîtîkaya înkarê, xitimandina çareserkirina pirsgirêka kurd da û got: “Dagirkeriya Îsraîlê ya li ser Filistînê rê li ber hemû nakokiyên etnîkî, olî/mezhebî yên li herêmê vekir ku li herêmê gurtir bibin û qirkirinên din bên rojevê. Ev demeke dirêj e li Rojhilata Navîn; şer û pevçûnên li Sûriye, Iraq, Yemen, Sûdan û Ukraynayê berdewam dikin, krîza aborî kûrtir dikin, rewşa karker, gel û jinan her ku diçe xirabtir dibe ji ber van şeran. Em jin aştiyê dixwazin, ne şer. Em bibin dengê gelê Filistînê li dijî Îsraîlê. Hevgirtina me ya bi gelê kurd û ya li dijî dagirkeriya desthilata AKP’ê ya li Rojavayê dê bidome. Em ê teqez cîhaneke azad ava bikin ku tê de şer û îstîsmar nebe."
Mîtîng bi govendgerandinê bi dawî bû.
ANTALYA
Platforma Jinan a Antalyayê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşmeya "Em ê bi îsyana xwe xizanî, şer, tundiya mêr-dewletê û pergala cihêkarî û kedxwariyê birûxînin!" li Parka Aydin Kanza kom bû û heta Qada Cumhuriyetê meşiya.
Piştî meşê li Qada Cûmhûriyetê mîtîngek hat lidarxistin. Mîtînga ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, nivîsa çapemeniyê ya bi kurdî û tirkî xwend. Berîvan Aydemîr ya kurdî û Songul Şarklî jî ya tirkî xwend. Di daxuyaniya hevpar de ev tişt hatin gotin: "Di sala 2023'yan de mirina 248 jinan wekî gumanbar hat qeydkirin. Daneyên me nîşan didin ku jin ji aliyê zilamên herî nêzî xwe ve tên qetilkirin. Kesên ku tundiya li ser jinê dikin her tim zilamên herî nêzî wan in. Bav, bira, hevserên berê, evîndar û xizm. Mirinên herî zêde yên jinan ev in: 'Cihên ku tên qetilkirin malên wan in. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku polîtîkayên pêşîlêgirtinê li dijî tundiya li ser jinê pêş naxe, hewl dide jinê hepsî malê bike. Em ê li dijî polîtîkayên jinperest ên AKP-MHP’ê yên ku hewl didin jinan ji qada giştî derxînin têkoşînê bimeşînin.”
Piştî axaftinan mîtîng bi govendgerandinê dewam kir.