Di 29 rojan de 39 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 11:21 6 Adar 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya meha sibatê ya JINNEWS’ê; 39 jin hatin qetilkirin, 15 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. 
 
 JINNEWS’ê çeteleya meha sibatê ya têkildarî tundiya li ser jinê aşkere kir. Li gorî daneyên ku JINNEWS’ê kom kirine; di meha sibatê de 39 jin hatin qetilkirin, 15 jî jê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Di meha sibatê de jin herî zêde ji aliyê zilamên ku dest ji wan berdane ve hatin qetilkirin. 
 
LI STENBOLÊ 10 JIN HATIN QETILKIRIN  
 
Li Stenbolê 10, li Artvînê 1, li Enqereyê 2, li Aydinê 1, li Sakaryayê 3, li Edîrneyê 1, li Samsûnê 2, li BÛRSAYÊ 3, li Bartinê 1, li Xarpêtê 1, li Hatayê 1, li Bûrdûrê 1, li Dîlokê 1 Li Duzceyê 2, li Edeneyê 1, li Rihayê 1, li Antalyayê 1, li Amedê 1, li Denizliyê 1, li Çanakkaleyê 1, li Îzmîrê 1, li Erziromê 1 û li Manîsayê jî jinek hatine qetilkirin.  
 
9 jin ji aliyê zilamên ku dest ji wan berdan ve, 6 ji aliyê zilamên ku nas dikirin ve, 6 ji aliyê zilamên ku bi wan re di nava têkiliyan de bûne, 8 ji aliyê zilamên ku bi wan re zewicîbûne ve, 6 ji aliyê kurên xwe ve, 3 ji aliyê bavên xwe ve yek jî ji aliyê mêrê ku bi hev re di pêvajoya dest ji hevberdanê de bûn ve hatin qetilkirin.