Jiyana jinên bûne mexdûrên erdhejê bi konteyniran hatiye bisînorkirin

  • jin
  • 09:36 5 Adar 2024
  • |
MELETÎ - Jinên ku li herêmên erdhejê di konteyniran de hatine bisînorkkirin wiha gotin: “Ceyran tune ye, av tune ye, jiyaneke civakî tune ye. Em tenê dijîn. Nizanin dê heta ku wiha bijîn.” 
 
Di 6’ê Sibata 2023’yan de li Mereşê erdhej çêbû û bandoreke mezin li 11 bajaran û jiyana bi milyonan kesan kir. Bandora edhejê hêj didome. Îktîdarê gelemperiya sozên dayî pêk ne anî û hêj bi hezaran kes di konteynir û konan de dimînin. 
 
Yek ji bajarên ku herî zêde ji erdhejê bibandor bûyî jî Meletî ye. Jinên ku di konteynirên 21 metrekareyan de dimînin, jiyana wan bi qadekî wiha teng re hatiye bisînorkirin. Jinên ku di bin konteynirên plastîk ên hem hewa hem jî avê derbas dikin de dimînin, di heman demê de pirsgirêka “ewlehiyê” dijîn. Yek ji pirsgirêka din a ku jin dijîn jî qutbûna wan a ji civakîbûnê ye. Jinên ku di nava bajarên konteyniran de hatine bisînorkirin, hem sexbêra zarokan hem jî karên weke paqijiyê bi tena serê xwe dikin. Di heman demê de di qada tenduristiyê de jî nikarin ji gelek xizmetan sûdê bigirin û bi gelek nexweşiyan ketine. 
 
TUNDIYA PSÎKOLOJÎK 
 
Piştî ku rêxistinên civaka sivîl ên di pêvajoya ewil a erdhejê de hatin herêmê xwe ji wir vekişandin, jin bi saziyên dewletê re rû bi rû man. Bi taybet jî bi xebatkarên AFAD’ê re pirsgirêkên mezin dijîn. Ji ber ku ev xebatkar bi çavekî biçûk li jinan dinêrin û wan biçûk dixin, jin xwe di bin zexta psîkolojîk de hîs dikin û ji ber ku alîkariyeke tê xwestin nayê kirin nikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin. 
 
 
71 SALÎ YE Û DI KONTEYNIRÊ DE DIJÎ
 
Hatun Korkmaz a 71 salî ku li qada bajarê konteyniran a Meletiyê de dijî, anî ziman ku tevî li konteynirê dijîn jî dema erdhej çêdibe direvin derve û travmaya xwe ya erdhejê anî ziman. Korkmaz, bi domdarî diyar kir ku ji ber bihabûna kirêyên malan nikarin ji xwe re mal bigirin û wiha got: “Malên biçûk ên 3 odeyên wê hene jî ji 10 hezaran dest pê dikin. Heke gotin di cih de be em ji bo bijîn têdikoşin. Cihekî tenê odeyeke wê heye. Em 3 kes tê de dijîn.”   
Gonul Korkmaz jî destnîşan kir ku piştî erdhejê ji bo li Meletiyê cihekî xwe lê bihewînin bibînin neçar mane ku li gelek deveran bigerin û wiha got: “Di esasê xwe de mala me kêmxesar bû lê xwediyê malê piştî erdhejê em ji malê derxistin. Kirêya wê ji 2 hezar TL’an derxist 11 hezar TL’an. Piştre jî em li vî k-bajarê konteyniran bi cih bûn. Tevî zarok û hevjînê xwe em li vir dijîn.” 
 
Korkmaz, herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Dema mirov li vir xwarinekî çêdike bêhna wê hundir tije dike. Heta ew jî bi tena serê xwe ji bo me rezîltî ye. Nizanim bê ka em heta kengî dê wiha bikarin bijîn. Pirsgirêka me ya binesaziyê heye. Çûna ceyranê bandoreke neyînî li ser jiyana me dike. Em nikarin bi tu deverekî vfe biçin û vê derê biterikînin. Piştî erdhejê, tu jiyaneke me ya civakî û şexsî nema. Em tenê dijîn.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî