Jinan di çarçoveya 8’ê Adarê de ji jinên girtî re qert şandin

  • jin
  • 16:28 4 Adar 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên di çarçoveya 8’ê Adarê de li gelek bajaran didomin. Di çarçoveya çalakiyan de li gelek bajaran ji bo jinên girtî qertên piştevaniyê hatin şandin. 
 
Jinên ku di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de li gelek bajaran hatin gel hev, bal kişandin ser zext, tundî, kedkxwarî û newekheviya li dijî jinan û peyama têkoşîna ji bo mafan dan. 
 
AMED
 
Komeleya Jinan a Rosayê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de li Amedê bi jinan re civiya. Hevdîtin bi dirûşma “Jin bi mezinkirina têkoşînê re şêre taybet vala derdixînin” li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê hat lidarxistin. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevîlay Çelenk û namzeta hevşaredariyê ya Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncan jî tev li hevdîtinê bûn. Gelek jin bi cil û bergên kurdî tev li hevdîtinê bûn û demekî dirêj govend gerandin. 
 
Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosayê Emîne Esmer di çalakiyê de axivî û tevî zextan jî xebatên xwe didomînin. Esmer, wiha domand: “Çi dibe bila bibe jinên kurd bêalternatîf nînin û dê nebin jî. Komelaya Rosayê bi saya kedekî mezin a 6 hevalan hate avakirin. Niha mezin bûye û veguherî avadaniyeke ku hemû jinan di bin sîwaneya xwe de dihewîne.” 
 
‘EM BIHARÊ BI BERXWEDANA XWE TÎNIN’ 
 
Parlamenter Sevîlay Çelenk jî bal kişand ser têkoşîna jinên kurd û wiha got: “Yên herî zêde ji tundiya nasname û aboriyê bibandor dibin jinên kurd in. Di vê mijarê de têkoşîna herî biheybet jî jinên kurd didin. Her wiha têkoşîna xwe vediguherînin têkoşîneke mezin a aştiyê. Divê hemû kes dengê aştiyê bibihîsin. 8’ê Adarê ji niha ve pîroz be.” 
 
Aktîvîsta TJA’yê Gulcihan Şîmşek jî têkoşîna jinên kurd a li dijî tunehsibandin û zextan niha li çar aliyên cîhanê tê zanîn û got: “Baş e ku em endamên Rosayê ne.” 
 
‘EM HENE Û DÊ HER HEBIN’
  
Namzeta hevşaredariyê ya Peyasê Bêrîvan Sîncar jî di çalakiyê de ev tişt anî ziman: “Em 8’ê Adarê weke serdema ku jin bi xwe re biharê jî tînin dibînin. Em li qadan ji mêr û dewletê re dibêjin ‘em hene û dê her hebin.’ Dema em hatin ser peywirê dê saziyên jinan dîsa vekin. Ji niha ve 8’ê Adarê û Newroza we pîroz dikim.” 
 
Piştî axaftinan, sînevîzyoneke ku têkoşîna jinan vedibêje hate pêşandan. Piştî pêşandanê jî jinan govend gerandin û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 
 
KEDKARÊN TENDURISTIYÊ ŞITIL DANÎN 
 
Endamên Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê jî bi boneya 8’ê Adarê li baxçeyê Nexweşxaneya Tenduristiya Dev û Diran şitlên daran danîn. Sekretera şaxê Îlknû Ayik beriya danîna şitlan daxuyanî da û got ku jin dê li dijî êrişên ser destkeftiyên wan bibêjin “Em natirsin, bêdeng nabin û serî natewînin” li qadan têbikoşin. Piştî daxuyaniyê dirûşmên “Jin, jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan" hatin berzkirin û şitil hatin danîn. 
 
EDENE
 
Xebatên hilbijartinê yên Rêxistina Partiya Wekhev û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Edeneyê bênavber didomin. Namzetên hevşaredariyê, di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Yuregîrê di xwarina taştê de hatin gel hev. Tevî Hevseroka DEM Partiyê ya Edeneyê Helîn Kaya, namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin Arîfe Çinar û namzeta Yuregîrê Şukran Efeturk û gelek jinên din beşdarî çalakiyê bûn. 
 
'EM Ê BER BI SERKEFTINÊ VE BIMEŞIN’
 
Di çalakiyê de jinan bal kişandin ser girîngiya 8’ê Adarê û diyar kirin ku girîngiyeke dîrokî ya hilbijartinên 31’ê Adarê heye. Namzet Arîfe Çinar behsa zexta pergala mêrê serdest a li ser jinan û têkoşîna jinan a li dijî vê zextê kir û ev tişt anî ziman: “Ji bo ku xwe û bajarê xwe birêve bibin, divê jin ji her kesî bêhtir di nava xebatên hilbijartinê de cih bigirin. Em ê bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ bi ser kevin.”
 
WAN 
 
Jinan li Wanê ji bo jinên girtî qert şandin. Jin, li avahiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatin gel hev. Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şadal jî tev li çalakiyê bû. 
 
Di çalakiyê de jinan gelek dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Jinan, li ser qertên wêneyên menzereyê û fîgurên jinan lê zêxkirî bûn, ji helbestên endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel nivîsandin. Jinan piştre jî ev qert li postaxaneya navendî ji jinên girtî re şandin. 
 
MÊRSÎN 
 
Platforma Jinan a Mêrsînê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji girtiyên jin re qert şandin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca û namzeta hevşaredariyê ya Akdenîzê Nûriye Arslan jî tev li çalakiyê bûn. 
 
Endama Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê Zeynep Kaya beriya şandina qertan daxuyanî da û got ku hemû jinên ji bo jin û mirovahiyê têdikoşin tên girtin û rastî her cureyên tundiyê tên. Kaya, destnîşan kir ku tevî hemû êrişan jî dê ji têkoşîna jinan paşvegavê neavêjin û wiha domand: “Jinên ku carnan di nava berxwedana fiîlî û carnan jî di grevên birçîbûnê de cih digirin tu caran ji têkoşîna xwe tawîz nadin. Li dijî polîtîkaya necezakirinê ya dewletê, em jin dê dev ji parastina xwe ya cewherî bernedin. Weke jinên li derve, em dibêjin ku piştevaniya me ya bi jinên girtî re didome û em jî di nava têkoşîna hevpar de ne.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî jinan qertên ku peyam li ser nivîsandibûn şandin girtîgehan. 
 
ANTALYA
 
Endamên Platforma Jinan a Antalyayê jî bernameya xwe ya 8’ê Adarê bi daxuyaniyekê eşker ekir. Daxuyanî li avahiya Şaxa Egîtîm Senê hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê di 5’ê adarê roja sêşemê saet di 14.00’an de çalakiya “Jinên Halkevcî li atolyeya pankartê tên gel hev” li dar bixin, di 10’ê adarê de ji hêla Tevgera Femînîst a Çep ve li Parka Aydin Kanza çalakiya danîna şitlan bê lidarxistin. Metna daxuyaniyê li ser navê platformê Tugçu Duru xwend. Duru, dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Piştî daxuyaniyê, endamên platformê li Postexaneya Gullukê ji bo jinên girtî qert şandin. Li pêşiya Postaxaneyê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de Rêvebera Şaxa ÎHD’a Antalyayê parêzer Ezgî Akbaş Akti axivî û binpêkirinên li girtîgehan vegot. 
 
BEDLÎS
 
TJA û Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Rêxistina DEM Partiyê ya Norşînê hatin gel hev. Jin, ji bo şandina qertên piştevaniyê yên bi jinên girtî re ber bi Şaxa PTT’ê ya Norşînê ve meşek li dar xist. Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Norşînê Ulfiye Ozcan jî di nav de gelek jinan li pêşiya PTT’ê daxuyanî dan û piştre jî qert şandin. 
 
ŞIRNEX
 
TJA û DEM Partiyê jî di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li Qada Azadiyê ya Qileban a Şirnexê çalakî li dar xist. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, namzeta hevşaredariyê ya Elkê Beybûn Aslan û gelek jin tev li çalakiyê bûn. 
 
Uysal di çalakiyê de axivî û wiha got: “Di têkoşîna me de cihê jinê her tim cuda ye. Jin kengî xwedî li ked û azadiya xwe derkevin, dê wê demê azad bibin. Jinên kurd mohra xwe li vê têkoşînê dan. Ev mohra xwe li 8’ê Adarê, têkoşîna jinan û bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li tevahiya cîhanê belav kirin.” 
 
Piştre jî namzeta hevşaredariyê ya Qilebanê Ferîde Ender axivî û got ku jin pêşengên jiyan û têkoşînê ne. 
 
Piştî çalakiyê jî jinan govend gerandin.