Faîlê Esma Başegmez piştî 3 mehan hat girtin

  • jin
  • 15:50 28 Îlon 2022
  • |
img
AMED - Jina bi navê Esma Başegmez ji hêla kujer Emrah Başegmez ve hatibû qetilkirin. Faîlê ku piştî qetilkirina Başegmez reviya bû, 3 meh piştre hat binçavkirin. 
 
Jina bi navê Esma Başegmez (27) û Emrah Başegmez (26) ku zewicî bûn, 3 meh berê hev berdan. Piştre jî Emrah Başegmez bi alavên tuj û çekê Esma Başegmez qetil kiribû û reviya bû. Bûyer, di şeva 15’ê tîrmehê de li ser rêbeja Amed-Xarpêtê li nêzî Mala Mamosteyan a navçeya Yenîşehîrê qewimî bû. Li ser îxbarê, komên polîs û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatibûn kirin. Piştî destwerdana ewil, Esma Başegmez rakibûn nexweşxaneyê û rojek piştre jiyana xwe ji dest da. 
 
Piştî rapora otopsiyê, Esma Başegmez li navçeya Peyasê hatibû definkirin. Kujer Emrah Başegmez piştî bûyerê reviya bû. Hat zanîn ku kujer Başegmez li qulûbeya malekê hat binçavkirin. Başegmez li xwe mikûr hat ku Esma Başegmez kuştiye. Kar û barên îfadegirtinê yên li emniyetê berdewam in.