Wê doza Denîz Poyraz bi girseyî were lidarxistin

  • jin
  • 09:20 20 Çile 2022
  • |
img

ÎZMÎR - Danişîna duyemî na doza kujerên Denîz Poyraz ku jê tê darizandin wê di 24’ê çile de were lidarxistin. Tê payîn ku girsek qelebalix beşdarî danişînê bibe. 

Kujer Onûr Gencer di 17’ê Hezîrana 2021’an de avêt ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Îzmîrê û êrişa çekdarî pêk anî. Kujer di êrişê de xebatkar û endama partiyê Denîz  Poyraz qetil kir. Kujerê ku piştî qetilkirinê bi lez û bez hat girtin û îdianameya wî hat amadekirin wê cara duyemîn derkeve pêşberî dadger. Li gel ku 6 meh di ser komkujiyê re derbas bû jî hêj gelek aliyên dosyeyê kêm hatine hiştin û wê danişîna duyemîn jî di 24’ê çile de bi vî awayî li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê were lidarxistin. 
 
Gencer ê kujer di îfadeyên dabû polîsan de gotibû ew wek “xebatkarê tenduristiyê” li bajarê Minbicê yê Sûriyê wezîfe kiriye û piştî 24 saetan ji aliyê dadgehê ve bi sûcdariya “kuştina plansazkirî” hat girtin. Lê balkêşe ku midûriyeta polîsan ji ber Gencer ve gotiye ku “tu têkiliya wî bi rêxistinê re nîne.” 
 
TÊ PAYÎN GIRSEYEK QELEBALIX BEŞDAR BIBE 
 
Di danişîna ewil de xirecir di nava beşdaran û şandeya dadgehê de derketibû. Tê payîn ku wê di danişîna 24’ê mehê de jî beşdariyek zêde hebe. Baroyan, rêxistinên hiqûqê û bi sedan parêzeran ji bo danişînê banga beşdariyê kirin. Her wiha rêxistinên jinan jî bi rojane gazî jinan dikin ku beşdarî danişînê bibin. HDP jî ji bo beşdariya danişînê xebatê dike. 
 
HDP û tevahiya pêkhateyên xwe, rêveber û parlamenterên CHP’ê, TÎP’ê, nûnerên rêxistinên sivîl û jinan û mafê mirovan wê beşdarî dozê bibin.